Li Başûr panela têkildarî têkoşîna jinên kurd hat lidarxistin

  • 11:02 6 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 8'ê Adarê li Başûrê Kurdistanê jinan panela têkildarî têkoşîna jinên kurd li dar xistin. 
 
Duh li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî Nexşerêya Şoreşa Jinan e’ panelek hate lidarxistin. Berpirsa Rêxistina Dabîn Dilsoz Zengene, Berpirsa Peywendiyên Karên Derve yên KJAR’ê Rozerîn Kemanger û Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen beşdarî panelê bûn.
 
Piştî temaşekirina belgefîlmekê ya li ser têkoşîna jinan, beşdarvanên panelê li ser bandora dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li ser têkoşîna jinan, rengdayîna şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistan û destkeftiyên wan li gel çend pirsên din, nirxandinên xwe anîn ziman.
 
Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen di panelê de axivî û wiha got: “Divê jin di nava şoreşê de pêşengtiyê ji civakê re bikin. Divê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tenê wek dirûşmeyekê neyê destgirtin, divê pratîkî were destgirtin. Tevî hemû astengiyan li Rojavayê Kurdistanê jinan qonax bi qonax, bi sîstema Rêveberiya Xweser li ser bingeha jina azad û civaka azad xwe bi rêxistin kirin. Niha bi hezaran jin di çeperan de beşek mezin a parastina welat girtine ser xwe.”
 
Berpirsa Peywendiyên Karên Derve yên KJAR’ê Rozerîn Kemanger di panelê de bal kişand ser şoreşa jinan a bi navê Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bilind bûyî û wiha axivî: “Ji serhildanên herêmên din cudatir, jin ji bo azadiyê divê bedelê herî mezin, canê xwe bidin. Gelek caran ji bo berevajîkirina şoreşa jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê û derxistina ji destê jinê hewl hate dayîn, li beramberî vê jinan bi îrade û bawerî têkoşîn dikir.”
 
Berpirsa Rêxistina Dabîn Dilsoz Zengene di dewama panelê de nirxandinên xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Sedsala 21'emîn bûye sedsala jinan. Dubarebûna dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di şoreşa Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê de, li dijî sîstema zilamsalarî bû sembola azadîxwazan. Vê carê Jîna ne nûnerê zilam e, nûner û afirênerê şoreşa jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji beriya niha digotin divê em mêr bin, lê niha ji bo mêrxas û azad bin, divê em jin bin.”