Franziska Stier: Em li dijî kapîtalîzmê şer dikin

  • 09:01 6 Adar 2023
  • Rojane
ENQERE - Sekretera giştî ya partiya Basta Franzîska Stîer diyar kir ku  ew li dijî pergala serdest têdikoşin û divê bi hev re têbikoşin.
 
Atkîvîsta jinan û sektera giştî ya partiya Basta ya Swîsreyê Franzîska Stîer beriya  8’ê Adarê der barê rêxistinbûyina jinê de ji ajansa me re nirxandin kir. Franzîska got îsal li welatê wan jî geşedanên dijberê jinan pêş ketine û der barê jiyana beden û jiyana wan de biryar hatine girtin. 
 
‘Di esasa pergala hatiye afirandin de tundî heye’
 
Franziska da zanîn di esasa pergala hatiye afirandin de tundî heye û wiha vegot: “Sala borî der barê zêdekirina temenê teqawîtbûnê ya jinan de qanûn hat qebûlkirin. Tevî hemû hewldanên jinan pêşî li vê nehat girtin. Li hember mafên me yên qezenckirî êrîşên cidî hene. Li hember mafê kurtajê mudaxaleya cidî heye. Li welat tundiya li ser jinê û qetilkirina jinan heye. Li welat 23 stargeh hene û hemû tije ne. Em hewl didin tundiyê her tim bikin rojevê. Di bûyerên destdirêjiyê de wateya ‘daxwaz hebû’ dertê holê. Em li dijî vê têdikoşin. Yanî jineke ku destdirêjî lê hatibe kirin divê ji dewletê re parastinek bi bandor bike.”
 
Hovîtiya emperyalist, kapîtalîzm û baviksalar
 
Franzîska di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Yek ji mijara din a jinan xizanî ye. Newekheviya heqdest a di navbera jin û mêran de ji sedî 19 ye. Em ji mêran ji sedî 45 kêmtir heqdest digirin. Ev newekhevî bandorê li ser hemû jiyana me dike. Xizaniyê girantir dike û teşeyê tundiyê ye. Ev hovîtiya emperyalist, kapîtalîst û baviksalar bandorek mezin li ser jinan dike.Tevî hemû êrîşan em jin li parlamento li qada civaka sivîl têdikoşin. Em ji bo qanûnên ku jinan diparêzi têdikoşin.Cîhaneke ku jin qezenc bike heye. Em bi vê bawer in.”
 
‘Divê em ji bo azadiya xwe têbikoşin’
 
Franzîska destnîşan kir ku divê jin têkoşîna azadiyê bi hêza xwe bimeşîne û wiha domand: “Divê em nepên ku dewlet ji bo me tiştekî bike. Divê em bi xwe bikin. Dewlet ji bo me tênakoşin. Ji bo wekheviya jin û mêr û ji bo tevlibûna siyasî ya jinê divê ev binpêkirin ji holê bê rakirin. Kapîtalîzma neolîberal hinek maf ji bo jinan anî. Lê di alî aborî de jin pir şûnde xistin.  Em di bin şertên kapîtalîst û baviksalar de dijîn. Di esasê de şertên ku me di bin zextan de dihêlin em diafirînin. Divê em dest ji vê berdin. Lê ji bo vê divê em bi hev re bin û bi hev re ji bo dîtina rê û rêbazan têbikoşin.”
 
 
Jin jiyan azadî
 
Franzîska bi lêv kir ku her tiştên jinan tên çewisandin û wiha dawî lê anî: “ Li her derê cîhanê tundî tê heye. 8’ê Adarê ji bo jinan gelek girîng e. Her titşê jinan tê çewisandin nayê qebûlkirin. Divê em di 8’ê Adarê de bên gel hev. Ev roja yekîtiyê ye. Em li her derê cîhanê dertên kolanan. Em ji bo kulîlkan tênakoşin em li dijî binpêkirina bedena xwe têdikoşin em li dijî kapîtalîzma baviksalar şer dikin. Divê ev cîhan a me be. Jin jiyan azadî.”