Bi gaza jehrî êrişî serhildana gel dikin

  • 14:02 5 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên bi gaza jehrî yên li ser dibistanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêde dibin. Di beramber de jî nerazîbûna malbatên xwendekar û raya giştî ya li beramberî van êrişan jî berfireh dibin. Çalakvan diyar dikin ev êriş wek tolhildana li beramberî serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ tê kirin.
 
Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan ve li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan tên kirin. Li gor amaran heta niha zêdetirî hezar xwendekarên jin jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.
 
Li gor amaran, duh li 33 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek dibistanên din rastî êrişên bi gazên jehrî hatin û di encamê de bi dehan xwendekar rakirin nexweşxaneyan.
 
Di beramberî van êrişan de, li çend bajaran malbatên xwendekaran xwepêşandan li dar xistin û nerazîbûn nîşan dan. Lê hêzên rejîmê êrişê malbatan kirin.
 
Heta niha li parêzgehên Kirmaşan, Urmiye, Sine, Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê her wiha bajarên Heftekelî, Xuzistan, Tehran, Sefadeşt, Şehiryar, Perend, Kiwar, Qum, Kerec, Lahîcan, Reşt, Hemedan, Kebûderaheng, Tebrîz, Semîrûm, Kaşan, Zencan, Bicnurd, Esfehan, Birûcêrd û çend bajarek din ên Îranê bi sedan xwendekarên jin ji ber gazên jehrî ketine û wan rakirine nexweşxaneyan.
 
Rayedarên Îranê di derbarê van êrişên li ser xwendekarên jin de daxuyaniyên dij hev didin. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand, wan çend mînakek bi guman derbarê jehrîketina xwendekarên jin de dîtine û niha di labaratuwaran de lêkolîn li ser tê kirin.
 
Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî van êrişan de, Encûmena Hawahengî ya Pîşeyî ya Mamostayan, bang kir ku  roja 7’ê Adarê her kes li dijî êrişên bi gazên jehrî tevlî xwepêşandanên seranserî bibin.
 
Li ser êrişan, Çalakvanê Siyasî yê Îranî Ebulfezil Qedyanî di peyamekê de bal kişand ser rola jinan a di serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ û got: “Armanca ji van êrişên li ser xwendekarên keç, tol hildana ji tevgera ‘Jin, jiyan, azadî’ ye.”
 
Li aliyê din bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re çalakiyên jinên Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên cuda berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Komîteya Jinên Urmiye di peyamek de daxwaz ji hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir ku li dijî sîstema desthilatdariya Îranê rabin û azadiyê bi dest bixin.