Pêveka Jinê bi navê xwe yê nû hat weşandin: Jin

  • 12:51 5 Adar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê, wê êdî bi navê "Jin" heftane derkeve. Hejmara nû ya kovarê bi manşeta "Hevgirtina jinê jîn e, raperîna rêxistinkirî dide guhertin " derket. 
 
Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya ji 15 rojî carekê derdiket piştî du mehan wê êdî her hefte bi navê 'Jin' derkeve. Hejmara nû ya kovarê bi manşeta "Hevgirtina jinê jîn e, raperîna rêxistinkirî dide guhertin " derket. 
 
Di nivîsên xwe de jinan bal kişandin ser 8'ê Adarê, erdhejê û piştevaniya jinê. Her wiha jinan bal kişandin ser keda jinê. 
 
Serenavên di hejmara nû de cih digirin wiha ne:
 
Rihê 8'ê Adarê her tim di rihê keda jinê de veşartiye / Ezgi Sıla Demir
 
Rêyek ji nekropolisê heta utopyayê hîn heye gelo? Fatma Koçak
 
Serhildana li dijî patriyarka, kapitalizm, îslama siyasî, faşîzmê: 8'ê Adarê Roja Jinên Enternasyonal / Hulya Osmanagaoglu
 
Di 8'ê Adarê şîn û hêrs di nav hevdu de ne: Jin ji bo derve bang dikin/Gotubêj-Nesli Şahiner
 
Jinên kurd: Pêşengên têkoşînê yên li dijî rejîma Îranê/Werger-Ekîba Jin