Wê bi rihê yekîtiyê jiyana nû bihûnin

  • 11:28 5 Adar 2023
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
MELETÎ - Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojî  Neslîhan Şedal balkişand ser piştevaniya TJA’yê ya bi jinên herêma erdhêjê re û got: “Me dît ku wijdanê civakî yê bi heybet piştevaniya civakî hûnandiye. Nîşan da ku jiyana nû çawa tê hûnandin.”
 
Tevgera Jinên Azd (TJA) îsal bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wê bi armanca piştevaniya jinên erdhejê bi dirûşma ‘Hevgirtina jinê jîn e’ pêk bîne. Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojî Neslîhan Şedal ku yek ji jinên li Meletiyê piştevaniyê didomîne der barê bajarên ku ji bo desthilatdariyê veguherîne qadên rant û talanê û bi nêrîna jinê çawa tê avakirin nirxandin kir. 
TJA ji roja ewil de li qadan e
 
Neslîhanê diyar kir ku TJA wek her sal îsal jî li qadan li dijî pirsgirêkên civakî ku pergala kapîtalîst a serdest ava kiriye li kolanan li berxwe daye û got: “Îsal di 8’ê Adarê de ji her sal cudatir me plan kir. di 6’ê Sibatê de erdhejên navenda wê Mereş bû pêk hatin û li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê hilweşînên mezin pêk anî. Ji ber vê îsal me bi dirûşma ‘Hevgirtina jinê jîn e’ piştevanî mezin kir. Em ji Wanê hatin Meletiyê. Em bi gel re birînan dikewînin.”
 
‘Hilweşîn feraseta netew-dewletê ye’
 
Neslîhanê destnîşan kir ku di encama talan û rantê de li bajaran hilweşîna mezin derketiye holê û ev tişt bi lêv kir: “Em diçin 8’ê Adarê. Bêguman em dibînin ku di encama feraseta serdest a kapîtalîst de ev hilweşînên mezin çêbûne û gelek can çûne, mirov bê xanî mane. Ji 6’ê sibatê heta niha tişta dertê pêşberî me ev e ku mejiyê netew-dewlet û piştevaniya civakî li du aliyên cuda disekinin. Em baş dizanin, bi hezaran salin desthilatdariyeke ku piştevaniya civakî hildiweşîne, piştevaniya bi pêşengiya jinan pêk tê tune dike û hebûna xwe didomîne. Hilweşîn ji ber vê jî feraseta netew-dewletê ye. Îsal li aliyekî rastiya têkoşîna hinceta me ya 8’ê Adarê ye li aliyê din jî têkoşîna li dijî windahiyên mezin ku mejiyê desthilatdariyê rê li ber vekiriye hinceta me ye.”
 
Polîtîka ji desthilatdariyê re xizmetê dikin
 
Neslîhanê daxuyakirin ku mejiyê desthilatdariyê, mantika netew-deletê bi giştî  ji bo berjewendiya sermayedaran çavkaniyên xwezayî tune dike û wiha dirêjî daye: “Ji hewa, avê û cihên stariyên me bigirin heta hemû jêderkên jiyanê ji aliyê sermayedarên ji desthilatdariyê re xizmetê dikin tên birêvebirin. Em dibînin ku avahiyên mezin tên çikandin û ev jî dibe sedema xespkirina qadên jiyanê. Ev polîtîka li ser talana xwezayî ya mezin tê afirandin. Polîtîkayên ji berjewendiyên desthilatdariyê re xizmetê dikin tên meşandin. Desthilatdarî îro xwe bi mirinê xwedî dike. Em pir zelal dibînin ku çiqas li dijî jiyanê ne. Em li dijî vê dikarin çi bikin. Perspektîf pir zelal e. Em li civaka exlaqî-polîtîk binêrin. Her tişt pir zelal tê dîtin. Belê îro em di sedema teknolojik de ne. Lê teknolojiya îro nikaribe pêşî li rantê bigire, em dikarin mirovên ku bi hezaran salî li dijî erdhejan qadên jiyanê çawa ava kirine referans bigirin. Hîna ku dewlet, sazî tunebûn, mirovan li dijî erdhejan têkoşîn dane.”
 
 
Rihê piştevaniyê
 
Neslîhanê wiha dawî lê anî: “Pirsa ‘em jiyan azad çawa bihûnin?’ di têkoşîna li dijî mejiyê mêr de derbas dibe. Bi rihê piştevaniyê dikare jiyanek azad bê avakirin. Bi nêrîna jinê ya ekolojik û demokratik dikare pêk bê. Piştî erdhejên di 6’ê Sibatê de pêk hat, piştevaniyê nîşan da ku jiyana nû dikare ji nû ve bê hûnandin.”