Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 33'yan de ye

  • 10:45 5 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 33 roj li pey xwe hişt. Çalakvanan bang li CPT’ê kirin ku demildest bi erk û perpirsyartiyên xwe rabe.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fizîkî ya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya ku hatibû destpêkirin, bi koma 17’an di roja 33’an de bi biryardariyek xûrt berdewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 17’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewrgirtin, di kesayeta Şehîd Vîyan Soran, Ronahî Penaber, Raperîn Amed û tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 16’an Mamoste Ferîde Tekîn axivî.
 
Ferîde di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kir û got: “Em tecrîd û bêdengiya ji tecrîdê re şermezar dikin. Em dixwazin agahiyeke ji Rêber Apo bigirin. Ji bo wê em niha di çalakiyê de ne. Armanca çalakiya me jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bi vê minasebetê em bang li CPT’ê dikin da ku demildest li erk û berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Em 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin û bang li jinan dikin ku di 8’ê Adarê de derkevin qadan.”