Piştevaniya Emîllîe ya ji Atînayê heta Semsûrê

  • 09:03 5 Adar 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
SEMSÛR - Emîlîe ya ji Atînayê bi karavanê ket rê û hat Semsûrê li vir dildar dixebite û got wê tevli Meşa Şevê ya 8’ê Adarê bibe û têkoşîna rêxistikirî bidomîne.
 
Piştî erdhêja navenda wê Mereş bû bandor li ser 11 bajaran bû yek ji van bajaran jî Semsûr bû.  Ji roja ewil de dildar bi piştevaniyeke mezin li van bajaran dixebitin. Xebatên dildaran hîna jî didome. Ji Kurdistan, Tirkiye û her çar alî cîhanê dildar tên herêmê û xebatên xwe dimeşînin.  Jina bi navê Emîlîe jî ji Atîna ya Yewnanîstanê bi karavana xwe hat Semsurê û bi awayekî dildar dixebite. Emîlîe ku li Konê Jinan yê HDP û TJA’yê avakiriye dimîne, çîroka xwe vegot.
 
Piştevaniya jinê
 
 
Emîlîe ji Atînayê bi hevalên xwe re ji bo alîkariya mexdûrên erdhêjê bi karavana xwe tê Tirkiyeyê. Emîlîe diyar dike ku ji bo jinan dets bi xebatan kiriye û bi Koma Piştevaniya Femînîst a Ji bo Karasetê tê STenbolê û ji wir jî tê Semsûrê. Emîlîe got wek ajokara jin tevli piştevaniya femînîst bûye û got: “Min min birin cihên ku xwestin. Ez gelek bi bandor bûm. Ez hatim vir ez matmayî mam. Min Tirkî û Kurdînizanibû. Bi rastî rewşa vir bandorek mezin li min kir.”
 
Navnîşanda din meşa femînîst e
 
Emîlîe diyar kir ku li Semsurê bi rêxistinên jinan re li kolanan û taxan geriyane û hewcedariyên jinan kirine lîste û wiha vegot: “Ev hawirek krîzê ye. Pir zelal her tişt tê dîtin. Vê kriz û karasetê tundiya li ser jinê jî nîşan da. Jin her karî dikin. Her bar li ser wan ne. Ez ê her tim bi jinên Tirkiye û Kurdistanê re di têkiliyê de bin. Ez ê ji vir şûnde biçim Stenbolê tevli Meşa Femînîst a 8’ê Adarê bibim. Ez dixwazim bi jinan re xwe li wir rêxistin bikim û têkoîna xwe bidim. Ez dixwazim dîsa werim vê dere.  Divê em xwedî li mafên xwe derkevin. Maf wisa hêsan nehatin qezenckirin. Lê hêsan winda dibin. Ji ber vê divê em mafên xwe biparêzin. Jin jiyan azadî.”