Li Elmanyayê pîrozbahiya 8'ê Adarê

  • 08:59 5 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşa 8'ê Adarê ya li Dusseldorfê ku li seranserî eyalete pêk hat de çalakgeran bal kişand ser îstîsmar, cudakarî, zayendperestî û newekheviya li hemberî jinan û her wiha îşaret bi têkoşîna hevpar a ji bo azadiya jinê hate kirin.
 
Jinên Kurd û Elman bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi dirûşmeya "Ji Kurdistanê ber bi cîhanê ve jin jiyan azadî" mîtîng û meş li dar xistin.
 
Înîsiyatîfên jinên femînîst, şaxên jinan ên sendîkayan û platforma jinan a ji aliyê NRW YJK-E ve hatiye avakirin saet di 15.00 de li ber avahiya DGB Hausê hatin gel hev. Di axaftinên jinên Kurd, Elman, Îranî û Çînî yên li mîtîngê de, bal hat kişandin ser îstîsmara pergala baviksalarî ya li ser bedena jinê û keda jinê, tundiya li ser jinê û qetlîamên li ser jinan. Hat destnîşankirin ku azadiya jinê tenê bi têkoşîneke hevpar pêkan e.
 
Di mîtîngê de mûm hatin pêxistin û kesên di erdhejên meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
 
Li ser navê jinên Kurd Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan axaftinek kir û got got: “Îro weke jin em careke din ji bo nirxên xwe yên ku bi dehan sal in li dijî pergalê diparêzi li ber xwe didin û daketin qadan. Ne tenê ji ber ku em jin in, ji ber ku mafên me ji destê me hat girtin, ji ber kucudakarî, zayendperestî û newekhevî li me tê kirin em daketin kolanan."
 
Ayten Kaplan bal kişand ser erdheja ku navenda wê Bazacix û Elbîstan e û bandor li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kir û wiha got: ''Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Erdhej felaketeke xwezayî ye. Lê mimkun e ku encamên wêranker ên felaketên wiha bên kêm kirin. Di înşaatên li Tirkiyeyê de madeyên têr û xurt nehatine bikaranîn. Di encamê de bi sed hezaran avahî hilweşiyan û li gorî encamên saziyên serbixwe zêdeyî 150 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet dewleta Tirk li şûna ku hemû saziyên xwe ji bo herêmên erdhejê seferber bike û alîkariya gel bike, li 11 bajaran rewşa awarte ragihand."
 
Jin piştî mîtîngê meşiyan. Di meşa ku pankart û dovîz hatin hilgirtin de, dirûşma "Jin jiyan azadî" hate berzkirin.