Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê

  • 18:23 4 Adar 2023
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê, 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê. 
 
Li Semsûr û Hatayê ku di erdhejên Mereşê de hilweşiyan, pêdiviya welatiyan bi avê heye. Baroya Amedê ji ber vê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê. 
 
Baroyê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt gotin: "Ji ber ku demildest pêdivî bi avê hebû, îro 2 TIR av ber bi Semsûr û hatayê ve hatin şandin. Piştevaniya me dê bidome."