Şandeyeke jinan serdana Helebê kir

  • 15:34 4 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDAN NÛÇEYAN - Şandeyeke jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir ku rewşên mexdûrên erdhejê bişopînin û piştgiriya wan bikin.
 
Şandeya ku di 25'ê Sibatê de serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kiribû, ji endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî, cîgira Desteya Jinan Rûken Mela Îbrahîm, berdekva Komeleya Jinên Zenûbiya Xod Îsa El Elî, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyroz Xelîl, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya Kecwan û endama Meclisa Jinan a PYD'ê Sara Xelîl pêk tê.
 
Armanca serdana ku hefteyekê dom kir, şopandina mexdûrên erdhejê û destekê bidin wan. Her wiha bi nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bicivin.
 
Şandeyê, tevî sazî, partî û meclisan bandorên erdhejê û astengiyên li hember şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bi sedema dorpêçê û siyaseta şerê taybet nîqaş kirin.
 
Jinan da zanîn ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hîna sembola berxwedan û mînaka sekna li hember êrişên komên girêdayî dewleta tirk û serkeftina li dijî wan e niha jî li hember dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve şênî li ber xwe didin.
 
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod Îsa El Elî ji ajansa me re li ser hûrgiliyên vê serdanê axivî û wiha got: "Me tevî şandeyeke ji tevger û rêxistinên jinan serdana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê kirk u rewşên mexdûrên erdhejê û dorpêçê bişopînin."
 
Xod wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me di serdanê de hevgirtina şêniyên herêmê û însiyatîfên wan ên peydakirinê pêdiviyên jiyan û hevkariya meclisan bêyî piştdana li alîkariyên derve dît."