Li Kobanê meşa 8’ê Adarê

  • 14:21 4 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan jinên ciwan li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî meşek li dar xistin.
 
Bi dehan jinên ciwan bi dirûşmeya “Bi ruhê jin jiyan azadî em ê desthilatdariyê bişkînin” meşek ji Qos ya li ser rêya Kobanê destpê kir û heta goristana Şehîd Dîcle dom kir.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka xwendevanên Zanîngeha Kobanê Nara Elî axivî û diyar kir ku jinê bi berxwedaniya xwe jiyan ji tarîtî ber bi ronahiyê ve bir û got: “Jinan cihê xwe di her derê de girt. Di huner, bîrdozî heta çeperên şer jî dîsa jinê têde cih girt. Jinê bi tiliyê xwe tevna pêşerojê hûnand.”
 
Piştre jinên çalakvan berê xwe dan konê sersaxiyê ya şehîd Raperîn Amed û Hemze Kobanê.