Li Qeladizê semînera ji bo 8'ê Adarê tê dayin

  • 13:03 4 Adar 2023
  • Rojane
 
RAPERÎN - Li bajarokê Qeladizê bi munasebeta 8’ê Adarê semînerek li ser rol û pêşengiya jinan de hat dayîn û jinên beşdarî semînerê bûn gotin ku pêşengiya jinan dê ji civakê re azadiyê bîne. Her wiha jinan gotin:"Em ê heta serkeftinê şoreş û xebata xwe berdewam bikin."
 
Îro di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de li mala Kelûpor û Rewşenbîrî ya Pişder a li bajaroka Qeladizê yê Raperînê, ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve semînerek hat dayîn. Di semînerê de li ser rol û dîroka jinan axaftin hatin kirin.
 
Li gor nûçeya Nûjinhayê semîner ji aliye endama Tevgera Azadiyê, Şadî Semed ve hat dayîn, behsa xebat û têkoşîna jinan kir û got: “Ji dîrokê ve heta niha di şoreşan de jinan pêşengî kirine û tu caran li hemberî dijmin û dagirkeran, teslîm nebûne. Daxwaza me ew e ku jin bibin yek, zêdetir bixebitin û xwe bi rêxistin bikin, li dijî tundîtûjiyê bisekinin û têkoşîn, kar, xebat û çalakiyên xwe berdewam bikin.”
 
‘Bi têkoşîna jinên azad civak azad dibe’
 
Kurdistan Helo ku beşdarî semînera 8’ê Adarê bû, di destpêkê de têkoşîna roja 8’ê Adarê pîroz kir û wiha got: “Bi têkoşîna jinan civakek azad ava dibe, ez di wê baweriyê de me ku dê jin parêzvaniya xwe û mafên xwe bikin û bêdeng nebin. Ev çend sal in tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin, em vê tundîtûjiyê bi tu awayî qebûl nakin. Em ê heta serkeftinê şoreş û xebata xwe berdewam bikin.”
 
‘Jin di hemû aliyan de pêşengiyê dikin’
 
Edîbe Elî ku beşdarî semînerê bû wiha got: “Ez destpêkê 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Divê jin her dem pêşeng bin û fikrên paşverû biguherînin, civakê bi pêş ve bibin. Niha rewşa jinan pêşketî ye, jin di hemû aliyan de pêşengiyê dikin û bi ser dikevin.”