‘Hem em hem jî miriyên me bêxwedî man’

  • 09:05 4 Adar 2023
  • Rojane
Dîlan Babat - Gulistan Dursun
 
DÎLOK - Li taxa Şakçagozu ya ku hezar û 500 nifûsa wê heye ya girêdayê Cebelînûr a Dîlokê tenê kavil man. Li taxê 638 kesî jiyana xwe ji dest da. 
 
Welatiyên taxê diyar kirin ku du rojan gel terkî qedera wan hatiye kirin.
 
Di ser erdhêja ku navenda wê Mereş bû de 27 roj derbas bû. Ji roja ewil de piştevaniya gel didome. Li Sakçagozu ya girêdayê Cebelînûra Dîlokê jî tablo ne cudaye. Li taxa ku hezar û 500 nifûs wê hebû 638 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Sê roj piştî erdhêjê kon hat vedan
 
Gulîstan Ozdînç ya li taxa Sakçagoz hatiye dine diyar kir ku bi erdhêjê re dîwarên mala wê hilweşiyaye piştî derketine derve hemû xanî hilweşiyaye û got: “Em ketin kewara cîranan. Em 20-30 kes di kewarê de man. Her kesî bi derfetên xwe xizmên xwe derxistin. Heta sê roja tu kes tunebû. Gel bi derfetên xwe mirov ji kavilan derxistin. Gel xwe gîhand alîkariya me. Li vir piştî sê rojan şûnde kon hat vedan.”
 
Gulîstanê da zanîn ku jinên ku bebek ji ber wan çûne hebûne û wiha dirêjî daye: “Ji Êlihê ji me re alîkarî hat. Jinan nanên pijandibûn şandin. Tevî çend roj derbas bûye em hîna pirsgirsêkê hîjyenê dijîn. Jinên bebek ji ber wan çûn hene. Hewcedariya me bi tuwaletan heye.”
 
‘Keda min ya bi salan di saniyekê de çû’
 
Leyla Ozdîk jî wiha vegot: “Em rabibûn sihorê. Erdhêj pêk hat. Em rojekê birçî man. Roja din gel hat alîkariyê. Çar zarokên min hene. Hevjînê min tune. Min û zarokên xwe bi xebatê ev xanî çêkir. Bi kedek mezin me çêkir. Lê saniyeyekê de hilweşiya çû. Niha em di konekî de çar pênc malbat bi hev re dimînin. Cîranên min rojekê bin kavilê de man. Piştre ekîb hatin. Hemû mirin, zarokê 16 salî, bavê wî mirin. Em jî ji mirinê xils bûn. Cenaze li holê man. Kes tunebû rake. Em jî miriyên me jî bêxwedî man.”