Jinên Mêrdînê ber bi Semsûrê ve bi rê ketin

  • 08:42 4 Adar 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Aktîvîstên TJA li Mêrdînê, bi dirûşmeya "Hevgirtina jinê jîn e" ber bi Semsûrê ve bi rê ketin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya "Hevgirtina jinê jîn e" bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi rojan e li Mêrdîn û navçeyên wê alavên pêwîst kom kirin ber bi Semsûrê ve bi rê ketin. 
 
Di saetên serê sibehê de li ser rêya sê rê ya Qoser-Dêrîkê hatin ligel hevdû û li ser maşîneyên xwe pankarta "Hevgirtina jinê jîn e" daliqandin. Li ser navê jinan Hêvîdar Dînç axaftinek kurt kir. 
 
Hêvîdar, anî ziman ku ew ji 6'ê Sibatê ve wek TJA li heremên erdhêjê xebatên xwe yên piştevaniyê dimeşînin û got bi minasebeta 8'ê Adarê ji bo bi jinan re nav piştevaniyê de bin ew ber bi Semsûrê ve dikevin rê. Hêvîdar, dawiyê de banga mezinkirina piştevaniyê kir.
 
Piştî daxuyaniyê jin bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ber bi Semsûrê bi rê ketin.