Heyeta TJA’ê çû serdanan jinên Semsurê

  • 21:09 3 Adar 2023
  • Rojane
SEMSÛR- Heyeta TJA’yê ku ji Amedê çû Semsurê li gundê Kurudere û Bulam ped li jinan belav kirin û diyarkirin ku wê piştevaniyê bidomînin.
 
Heyeta Tevgera Jinên Azad (TJA) ku ji Amedê di çarçoveya bernama 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi armanca piştevaniya jinan çûn Semsurê li gundê Kurudere û Bulam ped li jinan belav kirin.
 
Di nav de aktîvîstên TJA’yê, Seroka Komeleya Jinan a Rosa, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, însiyatîfa dayikên aştiyê, parlamentera berê ya HDP’ê Çagla Demîrel û gelek jin têde li sê koman veqetiyan û li gundan yek bi yek çûn cem jinan û ped belavkirin.
 
Heyetê serdanên xwe bi saetan berdewam kirin peyama piştevaniyê dan.