Li Êlihê serdana mexdûrên erdhejê

  • 16:28 3 Adar 2023
  • Rojane
 
ÊLIH - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de li taxa Petrolkentê ya Êlihê serdana mexdûrên erdhejê kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya xebatên xwe yên 8’ê Adarê de bi dirûşma "Hevgirtina jinê dide jiyîn" li Êlihê serdana jinên ku ji herêmên erdhêjê hatine kirin. Jinan di serdanên xwe de pakêtên ku amade kirine dan malbatan. 
 
Serdan bi beşdarbûna aktîvîstên TJA’yî, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca pêk hat. 
 
Serdana ku li taxa Petrolkentê pêk hatî de mexdûrên erdhejê rewşa xwe vegotin. Aktîvîstên TJA'yê û parlamenterên HDP'ê dan zanîn ku dê piştevaniya xwe bidomînin. Jinên mexdûr jî spasiyên xwe anîn ziman û gotin: "HDP me bi tenê nehişt."
 
Xebatên TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya serdanan dê heta 7'ê adarê berdewam bike.