Ji Sêrtê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî

  • 15:48 3 Adar 2023
  • Rojane
 
SÊRT - TJA û Meclîsa Jinan a HDP li Sêrtê ji bo mexdûrên erdhejê kamyona xemrî yên alîkariyê hatin şandin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo mexdûrên erdhejê kamyona xemrî yên alîkariyê şandin. Serokwekîla HDP û parlementera Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Sêrtê û endam û rêveberên rêxistina bajêr tevlî bernameyê bûn.
 
Kamyona xemrî yên alîkariyê ku tê de pêdiviyên jin û zarokan heye ber bi bajarên erdhejê ve bi rêketin.