Kongra Star Delal Azîzoglu bi bîr anî

  • 15:03 3 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star, bi daxuyaniyeke nivîskî Delal Azîzoglu bi bîr anî û got: "Bi biçûkan re bû biçûk, bi mezinan re bû mezin, bi hewara jinên Şengalê ve çû, bi hewara jinên Rojava ve hat. Wê dil dabû welatê xwe, ew sembola yekitî û welatparêzîyê bû."
 
Kongra Star, bi daxuyaniyeke nivîskî yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Jinê Delal Azîzoglu ya bi nasnav Raperîn Amed bi bîr anî.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: 
 
"Di vê pêvajoya şoreşa jinan a bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û li her çar aliyên cîhanê deng vedide, me wek Kongra Star bi xemgînî û dilbêş bihîst ku Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) di 17`ê hezîrana 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişên dewleta Tirk de tev li karwanê nemiran bûye.
 
Ev şehîdên me ne yên ku cesaret û wêrekiyê didin me, ev in ên ku bi xwîna xwe ya pîroz axa Kurdistanê av didin û me ber bi serkeftinê ve dibin. Bi hezaran jin di rêya felsefeya Rêber û pêşengê sedsalê Rêber Apo de meşiyan û em ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve birin.  Li ser vî bingehî em jî wekî Kongra Star hevrê, fermandar, nûner û nimûneya jina azad Raperîn Amed bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wê ditewînin.
 
Şehîd Raperîn li çiyayan û Kurdistanê û derveyî welet, têkoşîneke bêhempa da meşandin û hate gotin: "Bi hezaran ciwan perwerde kirin û wekî jineke pêşeng fermandarî kir, her tim li ser rêça şehîdan meşî, bi biçûkan re bû biçûk, bi mezinan re bû mezin, bi hewara jinên Şengalê ve çû, bi hewara jinên Rojava ve hat. Wê dil dabû welatê xwe, ew sembola yekitî û welatparêzîyê bû, ew sembola jiyana azad bû, ew di jiyanê de her tim li pêş bû. Ew Edûla serdemê bû, evîndara welat, şervana rastiyê bû û her tim li dijî tarîtî û neheqiyê şer dikir.
 
Hevrê fermandar Raperîn dilê xwe li ser çiyayên Kurdistanê neqişand û îro navê wê bi tîpên zêrîn li her çar parçeyên Kurdistanê tê nivîsandin, dibe meşale û rêya me ronî dike, ji me re dibe jîn û jiyan. Em ê şehîd Raberîn her tim bixin parçeyekî dilê xwe û wekî bi hezaran şehîdan wê di dilê xwe de veşêrin û ji bo jiyana xwe bixin meşale û her tim hewil bidin layiqê wê bin."