Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya edaletê didome

  • 13:52 3 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 711’emîn de didome. Malbata Şenyaşar derbarê çalakiya xwe de wiha got:"Têkoşîna me ya edaletê didome."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 711’emîn de berdewam dike. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne, Ferît Şenyaşar jî li ber Edliyeya Rihayê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Qesra Edliyeya Rihayê di roja 711’emîn de têkoşîna me ya edaletê didome. Rojên ku rêgeza serdestiya hiqûqê serwer be nêz in.”