Dê di 8'ê Adarê de li herêmên erdhejê bin

  • 09:10 3 Adar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
MÊRDÎN - Aktîvîstên TJA’yê yên li Mêrdînê bi rihê piştevaniyê 8’ê Adarê pêşwazî dikin û diyar kirin ku dê îsal li herêmên erdhejê bi mexdûran re 8'ê Adarê pêşwazî bikin û gotin: "Em ê li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên îktîdarê dê bi têkoşîn û piştevaniya jinan bersivê bidin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi dirûşma “Hevgirtîna jinê dide jiyîn" xebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin. Ji ber erdhêjên ku 6’ê Sibatê li navçeya Bazarcix a Mêreşê pêk hat bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, dê pîrozbahî neyên kirin. Ji ber vê yekê TJA li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya vê yekê de xebatên xwe ya piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re dide meşandin. 
 
Endama Meclîsa Partiyê  ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Caynak û Hevşaredara HDP'ê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîgen Altindag, têkildarî bernameyên 8'ê Adarê de axivîn.
 
‘Ji ber erdhêjê me pîrozbahiyên xwe betal kir’
 
Emîne Caynak, anî ziman ku beriya erdhêjê ew ji bo 8’ê Adarê amadekariyên mîtîngê kirine, lê ji ber erdhêja ku pêk hatiye bernameyên xwe betal kirine û wiha axivî: “Xebatên me yên 8’ê Adarê yên îsal li herêmên ku erdhêj pêk hatiye dê bên lidarxistin. Her wiha li hin bajaran jî dê meş bên lidarxistin. Di heman demê de li bajarên ku erdhêj pêk hat pergal tu tişt nekiriye û bêdeng maye. Ji ber vê yekê jî em ê di xebatên xwe de li dijî vê nêzîkatiyê piştgiriyê bibin gelê vê herêmê. Em dikarin bêjin ku pergal di bin kavilan de ma. Gelê me di vê pêvajoyê de gelek pêrîşan bû û bi taybetî jî jin. Ji ber ku barê jinê hertim girane. Lewra jî li bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê meş û daxuyaniyên çapemeniyê bên lidarxistin. Saziyên jinan her wiha li Îzmîr û Stenbolê meşên şevê dê li dar bixin. Em ê vê hefteyê li bajarên erdhêjê yên wek Semsûr, Dîlok, Hatay, Îskenderûnê serdana jinan bikin. Em ê bi her awayî li cem gelê xwe bin û em ê jiyanê bi hev re pêşwazî bikin û birînên xwe derman bikin.”
 
‘Ya ku jiyanê diafirîne jin e’
 
Emîne, destnîşan kir ku bi minasebeta 8’ê Adarê dê ji Amedê biçin Semsûrê, herêma Serhet biçe Meletî, herêma Îzmîr û Edene biçin Dîlokê, herêma Marmarayê jî dê biçin Hatay û Îskenderûnê. Emîne, bi lêv kir ku îktîdarê ji bo mexdûrên erdhêjê tu tiştî nekirine, wek TJA, HDP û kesên dildar çûne herêmê û xebatên xwe meşandin û wiha domand: “Me hem alîkariya gelê xwe kir û hem jî vê pêvajoyê bi hev re jiya. Em ji gelê xwe re bûn moral. Ev hikûmet xwedî gel derneket û tu alîkariyê nekir. Ji ber vê yekê gel bi dildarî alîkariya hevdû kirin û vê pêvajoyê derbas kirin. Wek TJA, saziyên jin û sivîl rol û mîsyona xwe bi hemû awayî bi cih anîn. Her wiha li aliyekî dinê ve jî li herêman koçberî jî destpêkiriye. Ev jî polîtîkayên bişaftinê ye. Em jî li Semsûrê xebat meşandin, lê welatiyên ku diçûn jî digotin ‘Em ê niha biçin lê em ê dîsa vegerin li ser xaka xwe’. Di vir de rol û mîsyona jinê gelek girîng e. Ji ber ku ya vê jiyanê diafirîne û dide jiyîn jin e. Lewra jî em wek jin hêst û hêviyên jinên li herêmên erdhêjê gelek baş fêm dikin. Li dijî vê jiyana ku parçe bûye berpirsyariya jinê gelek mezin e. Em ê bi gelên xwe yên li Semsûr, Mereş, Dîlok û Hatayê re bin. Di 3,4 û 5’ên adarê de dê ber bi herêmên erdhêjê ve biçin.”
 
‘Bila destên xwe yên qirêj ser zarokan vekişînin’
 
Emîne, bal kişand ser zarokên ku teslîmê tarîkatan tên kirin û bertek nîşan da û got: “Em ê daxuyanî û meşên xwe de li dijî vê yekê bisekinin. Divê xwedî derketinek civakî hebe û divê ew zarok bên parastin. Bi hezaran zarok bêxwedî mane. Em naxwazin ew zarok bikevin destên dewletê û cemaatan. Ji xwe nêzîkatî, polîtîka û qirêjiyên cemaatan her roj di televîzyonan de xuya dike. Ger ku dewlet di dema xwe de alîkariya welatiyan bikira dê ew gel bêxwedî nemana. Ji aliyê îktîdarê ve çandekî bê ehlaqî tê meşandin. Lê li hember vê yekê tedbîr û tespîtên me jî hene. Dewlet bila destên xwe yên qirêj ser zarokên me vekişîne.”
 
‘Em ê di vê 8’ê Adarê de li herêmên erdhêjê bin’
 
Fîgen Altindag jî destpêka axaftina xwe de sersaxiyê ji welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî daxwaza derbasbûyînê kir û got ji roja ewilî ya erdhêjê ve wek jin piştgiriya herêmên erdhêjan kirine. Fîgen, da zanîn ku îro tofaneke mezin tê jiyîn û nayê zanîn ku heta kengî ev pêvajo bidome. Fîgen, destnîşan kir ku avahiyên ku ji aliyên dewletê û alîgirên wan ve hatine çêkirin bûne sedema mirina hezaran welatiyan û wiha pê de çû: “Me van hemûyan bi çavên xwe dît û jiya. Bi hezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku em birînên hev bipêçin û piştgiriya hevdû bikin wek TJA û partî ji roja ewil ve em bi gelê xwe re bûn. Polîtîkayên îktîdarê yên li ser jinê ji demên berê heta îro bi awayek tund berdewam dike me rihê seferberiyê îlan kiriye. Ji ber vê yekê me xwest di vê 8’ê Adarê de em li cem gelê xwe û jinan bin. Em ê ji vê şûnde jî xebatên xwe zêdetir bidomînin.”
 
‘Polîtîkayên şerê taybet hertim didomin’
 
Fîgen, daxuyakirin ku polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê her dem bênavber berdewam kiriye û di vê pêvajoya erdhêjê de jî didome û wiha dom kir: “Ev polîtîkayên şerê taybet li ser jin, zarok û ciwanan her dem zêdetir berdewam dike. Taybetî jî di pêvajoyek di vê rengî de hikûmet zarokan teslîmê tarîkatan dike. Van polîtîqayên xwe bi awayek organîzayon dide meşandin. Qirêjiyên herî zêde di van tarîkatan de derdikevin. Ew zarokên bêxwedî çawa teslîmê van tarîkatan û hişmendiyê dikin. Di bin navê ‘xwedî derketinê’ de zarokan didin tarîkatan. Lê em ê bibin şopdarên van. Xebatên me li ser vê yekê didomin. Her zarokek wekî ku zarokên me ne, em ê xwedî li wan derkevin."
 
‘Em ji rêxistinbûna jinê hêz digirin' 
 
Fîgen, di dawiya axaftina xwe de got ku têkoşîna jinên rêxistinkirî li her derê belav bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê em hêza xwe ji têkoşîna jina rêxistinkirî hêzê digirin. Em îro bi hêza jinê dengê xwe dikarin bilind bikin. Li hember hemû polîtîkayên şerê taybet em ê bi têkoşîna jina rêxistinkirî bersivê bidin.”