Ji bo kujerê Ceyda Yuksel daxwaza 12 sal ceza

  • 22:11 2 Adar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Di doza ku Serkan Dîndar yê ku Ceyda Yuksel qetil kiribû de dozger mutala xwe da û ji sûcê ‘di encama ji qestî birîndarkirin bûye sedema mirinê’ 12 sal ceza hat xwestin.
 
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê di 20’ê Tebaxa 2020’an de Serkan Dîndar jina bi navê Ceyda Yuksel qetil kiribû. Gumanbar ku dihat darizandin 10’emîn runiştina wî li 6’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê hat dîtin. Gumanbar ku ji qestî kes kuştin û temînkirina hişbirê girtî dihat darizandin, di runiştinê de amade bû.  Dayika Ceydayê, Fîlîz Demîral, nûnerên Platforma Em ê Kuştinên Jinan rawestînin (KCDP) û parêzer tevli bûn.
 
Dozger mutala xwe da û ji sûcê ‘di encama ji qestî birîndarkirin bûye sedema mirinê’ 12 sal ceza xwest  û ji sûcê bazirganiya hişbirê jî daxwaza beratê kir.
 
Parêzerên aliyan 
 
Dadgehê biryar berdewamkirina girtina gumanbar da û runiştin taloqî 28’ê Nîsanê kir.