Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Têkiliya polîsan bi Tirkyeyê re heye

  • 16:52 2 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên dozê têkildarî 2’yemîn Komkujiya Parîsê daxuyanî dan û gotin ku têkilya polîsên lêkolînê dikin bi Tirkiyeyê re heye û divê têkiliyên kujer bên lêkolînkirin.
 
Yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermendê kurd Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdurrahman Kzil di 23’yê kanûna 2022’yan de li paytexta Fransayê Parîsê di encama êrişê de hatin qetilkirin.  Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û parêzerên dozê têkildarî komkujiyê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya daxuyanî dan. Berdevkên CDK-F’ê Berîvan Firat û Egît Polat, parêzerên dozê Christian Charrière-Bournazel, David Andic û Jean-Louis Malterre di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
‘Divê têkiliyên kujer bên lêkolînkirin’
 
Parêzerê fransî Chrîstîan Charrîere-Boûrnazel anî ziman ku dewleta tirk dijminatiyê li kurdan dike û ji zextên li kurdan têne kirin mînak da. Chrîstîan Charrîere-Boûrnazel komkujiya Parîsê bi bîr xist û xwest ku hemû têkiliyên berê yên kujer bêne lêkolînkirin. Bi domdarî wiha got: “Divê em êdî xwe kor nekin. Divê bê lêkolînkirin bê kujer ji aliyê dewleta tirk ve hatiye birêvebirin yan na.”
 
Parêzer Davîd Andîc jî bal kişand ser cudahiya nêzîkatiya li hin dozan û diyar kir ku maseya antî-terorê bi dozên têkildarî ciwanên kurd re mijûl dibe û pirseke wiha kir: “Çima dozgeriya antî-terorê tev li doza komkujiyê nabe?” Andîc bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku destûr bê dayîn ji bo edalet karê xwe bike. Divê edalet bi cih bê.”
 
Têkiliya polîsan bi Tirkiyeyê re
 
Parêzer Jean Lûîs Malterre jî ragihand ku ew kêfxweş e ji ber ku Fransa kurdan qebûl dike, lê belê hin hevkariyên bi dewleta tirk re kiriye cihê aciziyê ye. Jean Lûîs Malterre destnîşan kir ku sira dewletê ya li ser komkujiya Parîsê ya yekemîn bandorê li doza niha dike û anî ziman ku ew fêhm nakin bê çima êrişa 23'yê kanûna 2022'yan di çarçoveya terorê de nehatiye nirxandin. Têkiliyên polîsên lêpirsînê dimeşînin bi dewleta tirk re cihê gumanan e.”
 
Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F'ê Agît Polat jî ragihand ku lêpirsîn gelekî lawaz dimeşe û divê bi lez bê kirin. Polat bi bîr xist ku piştî piştî mehekê li mala kujer lêgerîn hatiye kirin û ev pirs kir: “Çima ewqasî bi dereng hate kirin? Gelek pirsên bê bersiv hene. Em dixwazin ku lêpirsîn hîn bi lez û erênî bê meşandin.”