Aktîvîstên TJA'yê: Dê hevgirtin bidome

  • 12:37 2 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran starta xebatan dan û daxuyanî û rêzeçalkiyan li dar xistin.
 
Aktîvîstên TJA'yê ku bi minasebeta 8'ê Adarê hatin bijarê ji erdhejê zêde bi bandor bûye Meletiyê, bi daxuyaniya ku dan eşkere kirin ku ew ê hevgirtin bidome. 
 
Jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran starta xebatan dan û daxuyanî û rêzeçalkiyan li dar xistin.  
 
Meletî
 
Aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) yên Serhatê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li Meletî ya ku yek ji bajarên ji ber erdhejên navenda wan Mereş di 6'ê Sibatê de pêk hat wêran bûye, li ber embara navenda kordînasyonê ya li navçeya Yeşîlyurtê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Wanê Şengul Polat di daxuyaniya ku pankarta "Hevgirtina jinan jiyane" hat vekirin de axivî.
 
'Bajarên demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya  jinê'
 
Şengul diyar kir ku bandora giran a felaketê dewam dike û wiha got: “Em weke endamên TJA’yê ji roja ewil a felaketê heta niha li qadan e. Tevî hemû zext û  tayînkirina qeyûman jî em bi welatiyên mexdûr re hatin gel hev. Em dibêjin ku divê bajar li gorî 'paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê' bên avakirin ku felaketên bi vî rengî careke din nebin sedema encamên mezin û giran."
 
Jinên ku hevgirtin domandin li wê bûn
 
Piştre Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Meletî Perîhan Yucekaya axivî û diyar kir ku tevî ku 25 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî pêdiviyên jiyanî bi cih nehatine anîn û konan nehatine peydakirin. Perîhanê got, “Weke her felaketê, di erdhejê de jî beldela herî girina jin didin. Me dît ku jinan bi helandina berfa li konan pêdiviya zarokan a avê peyda dikin. Weke HDP’ê ji roja yekem a erdhejê heta niha li hemû bajarên ku erdhejê bandora xwe lê kir me pediviyên mexdûran bi cih anîn. Yên ku vê hevgirtinê dimeşînin jin in. Ez careke din spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku li vir hevgirtin pêk anîn dikim.”
 
Daxuyanî bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 
Edene 
 
 
TJA’yê û Meclisa Jinan a HDP’ê Edeneyê jî li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya daxuyanî da û diyar kir ku îktidarê bi polîtîkayên şer û tundiyê welat ber bi feqîriyek mezin ve biriye û îktidarê di erdhejê de her kesî bi tenê hiştiye. Yucekaya anî ziman ku îro li herêmên erdhejê dem dema piştevaniya jinan e û got: “Em jin em ê kavilan rakin. Em ê jiyanek nû ava bikin.” 
 
Mêrsîn 
 
 
TJA û Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û starta xebatên 8’ê Adarê da. Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û gelek jin tev li civÎnê bûn. Çîgdem Goksay li ser navê jinan metna daxuyaniyê xwend û bernameya dê di 8’ê Adarê de pêk bînin parve kir. 
 
Çîgdem bernameya 8’ê Adarê wiha parve kir: 
 
“* 3’ê adarê: Dê li taxên Kazanli, Ozgurluk û Çîlek serdana jinên mexdûrê erdhejê bê kirin.
 
* 4’ê adarê: Li Toroslarê serdana jinên mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
* 5’ê adarê: Li Yenîşehîrê dê serdana malbatên mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
* 6’ê adarê: Ji jinên girtî re kart bên şadnin. Piştre jî li Mezîtlî û Erdemlî dê serdana mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
* 7’ê adarê: Li Tarsûsê serdana malbatên mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
* 8’ê Adarê: Bi Platforma Jinan re meşa şevê.”