Ciwanan li dijî polîtîkayên li hemberî kurdan çalakî kirin

  • 10:01 2 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên TCŞ’ê, li qadên Marsîlayê ku çûnehata wan pir zêde ye, bi armanca protestokirina polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, pankart hildan.
 
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ji bo teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê, pankart û dowîz vekirin.
 
Ciwanên ku êvarê li Qada Viuex Port ku cihekê çûnehata wê zêde yê bajêr e, hatin ba hev, bi vekirina pankart û hildana dowîzan êrîşên dewleta Tirk teşhîr kirin û ji Konseya Ewropayê ku dengê xwe nake, xwestin ku bi erka xwe rabibe û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
 
Piştre fermandarên di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Şengalê de şehîd bûne, hatin bibîranîn. Endamên TCŞ’ê, dan xuyakirin ku ew ê bi armanca teşhîrkirina faşîzma dewleta Tirk û hêzên pê re hevkar, her hefte çalakiya xwe dewam bikin.