CENÎ'yê li Berlînê çalakiyeke çandê li dar xist

  • 09:49 2 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - CENİ'yê li Berlînê çalakiyeke çandê li dar xist. Di çalakiyê de li ser rola jinê ya di dema aştiyê de axaftin hatin kirin.
 
Buroya Jinên Kurd a ji bo Aştiyê (CENÎ), ji bo jin hevdu nas bikin û tevnekê ava bikin, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke çandê li dar xist.
 
Di çalakiyê de wêneyên Zehra Dogan hatin nîşandan, fîlmê 'Dûr e?' yê Leyla Toprak hate pêşkêşkirin û Nergez Dlo jî stranên xwe got. Di şeva çandê  ku hat lidarxistin de akademîsyen Şermîn Guven moderatorî  kir, bernameya şevê bi deqeyek rêzgirtina bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê  hate destpêkirin.
 
'Em li dijî serweriya mêr in'
 
Ji jinan Solîn Janya qala karên CENÎ'yê kir û got, "Em li dijî şer in. Em li dijî serweriya mêr in. Jin wê dîrokê binivîsînin. Tevgera Jinên Kurd bi feraseta 'Dîrok di roja me de ye, em jî di destpêka dîrokê de ne' tevdigere. Di sala 1923'an de Peymana Lozanê hate îmzekirin. Bi vê peymanê re Kurdistan kirin çar parçe. Piştî wê peymanê îro jî gelek kes Kurdan weke Tirkên çiyayî dibînin."
 
Solîn Janya bal kişand ser girîngiya dîrokê ji bo jinan û şêweyê rêxistinbûnê yê Tevgera Jinên Kurd wiha vegot, "Eger dîroka te tune be, ne girîng e bê tu kî yî û ji ku hatiyî. Tevgera Jinên Kurd xwe bi rengekî xweser bi rêxistin dike. Loma refleksa xwe bi nêrîna jinê nîşan dide."
 
'Em giraniyê didin têkoşîna ji bo aştiyê'
 
Susanne Rossling jî qala damezrandin û karên CENÎ'yê kir û got, "CENÎ ji aliyê jinên Kurd û Tirk ve hate avakirin. Li ser şêweyê avakirina jiyaneke alternatîf li Rojhilata Navîn dixebite. Weke enternasyonalîstekê ez jî tevlî nava Tevgera Jinên Kurd bûm. Vê tevgerê di sala 1993'an de mohra xwe danî binê artêşbûna jinê. Weke CENÎ'yê em ji bo Newrozê, hilbijartinê û çalakiyên din delegasyonan ava dikin. Li dijî tundiya li jinan em kampanyayan bi rêxistin dikin. Li dijî qirkirina jinan, li hemberî zewicandina zarokan em têdikoşin. Em giraniyê didin têkoşîna ji bo aştiyê.  Divê em ji bîr nekin, di 'pêvajoya aştiyê' de destpêkê li Parîsê komkujî li ser jinan hate kirin."
 
Piştî axaftinên li ser danasîna CENÎ'yê fîlmê 'Dûr e?' yê derhêner Leyla Toprak hate nîşandan.
 
Nûnera Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûjiyan Gunay jî bi bîranîna Fermandarên YBŞ'ê Pîr Çeko, Agir Cefrî û rêveberê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo dest bi axaftina xwe kir ku hersê têkoşerên Şengalê vê hefteyê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Nujiyan piştre qala karên SMJÊ'yê kir û anî ziman ku kiryarên li jinên Êzidî hatin kirin ên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin, qirkirin e. Her wiha ji bo li Berlînê qirkirin bê naskirin qala têkoşîna xwe kir.
 
Di çalakiyê de wêneyên Zehra Dogan hatin nîşandan û hunermend Nergîz Dlo berhemên xwe pêşkêş kir.