Serhildana 'Jin jiyan azadî' didome

  • 12:13 1 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 167 roj li pey xwe hiştin. Tevî gefên kuştin, darvekirin, girtin û îşkenceyan jî bi awayên cuda nerazîbûna xelkê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di dome.
 
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, darvekirin, girtin û êşkenceyan jî bê navber dewam dike. Duh li hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xanenişînan li dijî rewşa xirab a jiyanê xwepêşandan li dar xistin. Her wiha xwendekarên zanîngehan jî li qadan bûn.
 
Di vê çarçoveyê de duh li bajarên Kirmaşan, Îlam, Sine, Merîwan û çend bajarek din ên Rojhilatê Kurdistanê xanenişînan (Teqawîtbûyan) li dijî rewşa xirab a  jiyanê û kêmiya muçe xwepêşandan li dar xistin.
 
Bi heman armancê li bajarên Kirman, Şehir Kurd, Yezd, Erdebêl, Erak, Reşt, Qezwîn, Tewrêz, Esfehan û Sarî xanenişîn meşiyan û daxwaza mafên xwe kirin.
 
Li Tehranê jî xanenişînan xwestin li ber derê parlamentoyê nerazîbûn nîşan bidin, lê hêzên rejîmê dor li wan girtin û rê nedan ew xwepêşandan li dar xin.
 
Duh li hin zanîngehên Tehran û Esfehanê xwendekar li dijî zextên hêzên ewlehiyê û peydanekirina xizmetguzarî û xurakê xwepêşandan li dar xistin.
 
Li aliyê din duh di çarçoveya piştgiriya navdewletî ya bi serhildana ‘Jin, jiyan, azdî’ re 54 welatên endamên Encûmena Mafê Mirov a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyek hevbeş bang li Îranê kirin ku dawî li darvekirina xwepêşanderan bîne û rêz li maf û azadiyan bigire.
 
Her wiha duh jî Encûmena Qelema Navneteweyî ku zêdetirî 30 şaxên wê li seranserî cîhanê hene, bi daxuyaniyekê bang li rayedarên Îranê kir ku tevayî helbestvan, rewşenbîr û kesên ji ber nivîsîn, wergêr an jî dijderketina sansurê hatine girtin, demildest werin berdan.