Li Şirnexê çawîşê pispor destdirêjî li zarokê kir

  • 13:45 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li taxa Yenî ya Şirnexê duh di saetên êvarê de çawîşekî pispor ku navê wî nehat zanîn destdirêjî li zarokekê kiriye û li ser bertekên şêniyên li taxê kesê êrîşkar hatiye binçavkirin.
 
Li taxa Yenî ya Navenda Şirnexê derket holê ku Çawişê Pispor ê ku navê wî nayê zanîn duh êvarê li zaroka 10 salî destdirêjî kiriye û hewl daye ku birevîne. Lê li ser bertekên şêniyên taxê û kesên bi telefonê dîmenê bûyerê girtin çawîşê destdirêjî kir hat binçavkirin û birin emniyetê. 
 
Piştî bûyer derket holê li ser medya civakî jî kampanyaya bi hastaga #susmaşırnak (bêdeng nemîne Şirnex) hat destpêkirin.