Parêzer Charlotta Lagnander: Taloqkirin tê wateya ‘hûn çi dixwazin bikin’

  • 09:05 23 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Melek Avci 
 
ENQERE - Ji hezar û 500 parêzerî yek Charlotta Langnander ku ji bo biçe Îmraliyê îmze avêtibû, tecrîd wek sûc nirxand û biryara ji civîna AK BK ya ji bo ‘mafê hêviyê’ ku taloqî 2025’an hatiye kirin jî wiha got: “Dibêjin ‘hûn çi dixwazin bikin’. Ji ber vê jî ez di mijara taloqkirinê de bi fikarim.”
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bi şert ê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir. DMME’yê jî Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike. Di ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê hêj jî tu gav neavêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di navbera 17-19’ê Îlonê de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMME’yê kir mijara civîna xwe.
 
 Ligel van pêşketinan 69 navdarên Xelata Nobelê girtine meha Tîrmehê de name ji Konseya Ewropayê Komîteya Wezîran (AK BK), DMME, CPT, Komîteya Mafê Mirovan a NY’ê (OHCHR) şandin û ligel vê hezar û 500 parêzer û nûnerên saziyan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re pêk bên îmze avêtibûn. Yek jivan jî parêzer Charlotta Lagnander e. Charlotta der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Der barê tecrîdê de sazbûne ava bûye’
 
Charlotta zanîn ku îşkenceya li dijî Abdullah Ocalan sûc e û got: “Ev sûc li dijî qanûnên gerdunî li dijî qanûnên TirkiyeyÊ tê kirin. Mafê mirovan ji dest tê girtin. Ev tiştekî cidiye. Divê ev wisa nedome.  Mirov girtî bin jî mafê mirovan heye. Lê tu maf ji bo Birêz Ocalan nayê nasîn. Li dijî tecrîdê sazbûnek hatiye avakirin.”
 
‘Em tu zextê nabînin’
 
Charlotta anî ziman ku tecrîd gihiştiye astek dijwar û rewş her diçe xera dibe û wiha domand: “Rewşa ku Birêz Ocalan têde sal bi sal xerabtir bû. Ji bo mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan tu zext nayê kirin. Ji bo mafên wî bên dayîn tu zext nayê kirin. Li ser kaxizan qanûn hene lê mixabin pêk nayên. Di qanûnan de li hember girtiyên siyasî pirsgirêkek giştî heye. Mafê girtiyan li ber çavan nayên girtin. Qanûn ji bo girtiyên siyasî tu tiştekî îfade nake. Girtî ji mafên xwe bêpar dimînin. Bi awayekî kêfî tevdigerin.”
 
Taloqkirin tê wateya ‘hûn çi dixwazin bikin’ 
 
Charlotta  destnîşan kir ku di hevdîtinên Konseya Ewropyaê Komîteya Wezîran (AK BK) de  taloqkirina binpêkirina ‘mafê hêviyê’ û rewşa Abdullah Ocalan a ji bo sala 2025’an den raste û wiha wiha domand: “li gorî min ev ne raste. Ji ber ku ji bo kesekî siyasî bi awayekî adîlane bê darizandin hinek tiştên ferz heneû bi qasî fêm dikim ev ji bo Abdullah Ocalan Û girtiyên din tuneye. Dema em ji Ewropa û Swîdê li Tirkiyeyê dinêrin îdia dikin ku li Tirkiyeyê demorkasî heye. Lê rayeya destê xwe de taloq dikin. Dibêjin ‘hûn çi dixwazin bikin’. Ji ber vê jî ez ji taloqkirinê bi fikar im.”
 
‘Derbarê mafê Abdullah Ocalan de axaftin normale’
 
Charlotta îmzekirina ji bo hevdîtinê jî wiha got: “Ez bi mafê mirovan bawer dikim. Ez parêzerek di qada mafê mirovan de dixebitim. Her kes li vê cîhanê xwedî mafe. Kî dibe bila bibe her kes xwedî mafe.  Ez di 2023-2024’an bi delegasyonê hatim Tirkiyeyê. Ez ne Kurd im ne tirk im lê demokratim bi mafê mirovan bawer dikim.  Derbarê mafê Birêz Ocalan de axafin pir normal e. Em dikarin guherînan bikin û tiştên baş bikin.”