Li Şebnem Korur Fîncanci cezayê pere hat birîn

  • 15:17 17 Cotmeh 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Der barê Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korur Fîncanci de bi hinceta ku têkildarî çekên kîmyewî daxuyanî da doz hatibû vekirin. Dadgehê doz veguherand cezayê pere û 50 hezar lîre ceza li Şebnemê birî. 
 
Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci di sala 2022’yan de têkildarî çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk bi kar anîbû de daxuyanî dabû. Piştî daxuyaniyê doz li Şebnemê hat vekirin. Doza tazmînata manevî ya der barê Şebnemê de hatibû vekirin, bi encam bû. Biryara dozê hat dayîn. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Enqereyê hat lidarxistin û parêzerên aliyan amade bûn. 
 
Parêzera Şebnemê, Merîç Eyuboglû bal kişand ser hûrguliyên dozê û destnîşan kir ku rewşek ku hukm li ser tazmînatê manevî bê dayîn nîne û daxwaza redkirina dozê kir. 
 
Dadgehê cezayê pere da Şebnem Fîncanci û 50 hezar lîre ceza lê birî.