Zarok bi hunerê şa bûn

  • 13:36 21 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li çar taxên bajêr ji bo zarokan çalakiya atolyeya muzîk û resimê li dar xist.
 
Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, xebatên xwe yên ji bo eşkerekirina jêhatî û potansiyela zarokan û zêdekirina eleqeya wan bi hunerê didomîne.
 
Di vê çarçoveyê de li taxên Kabî û Palûkê yên navçeya Sûrê, taxa Ferîtkoşk a navçeya Yenîşehîrê û taxên Şêx Şamil ên navçeya Rezanê, di vê çarçoveyê de Atolyeyên Hunerê yên Zarokan hatin lidarxistin.
 
Di atolyeyên ku bi hevkariya Ma Muzîk Center hatin lidarxistin de, mamoste û zarok li taxan geriyan û stranên ku bala zarokan bikişîne ser xwe gotin.
 
Mamosteyan bi zarokan re atolye li dar xistin, stran gotin, li enstrumanan xistin û wêne kişandin.
 
Zarokên ku xelek ava kirin, rojek bi kêf û şahî derbas kirin û bi dilê xwe kêf kirin.