‘Ger ku min dest bi nobedê nekira dê lawê min tehliye nebûna’

  • 10:12 23 Cotmeh 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Emîne Şenyaşar a ku bû sebola edaletê diyar kir ku ewê çalakiya xwe ya nobedê bi piştevaniyê dewam kiriye û got, "Ger ku min dest bi nobedê nekira dê kurê min tahliye nebûna."
 
Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an, dema ku li navçeya Pirsûs a Rihayê derketibû serdana esnafan bi parêstvanên xwe re çûbû dukana malbata Şenyaşar û ji bo ku deng bidinê malbat tehdît kiribû.   Li ser vê yekê malbata Şenyaşar a ku diyar kiribû ew ê dengê xwe nedin wan, bi êrîşa endamê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêztvanên wî re rûbirû mabû. Adil, Ferît, Fadil, Mehmet û Celal Şenyaşar ên ku di dema êrîşê li dikanê bûn, ji cihên bedena xwe yên cuda birîndar bibûn. Ambulansa ku piştî kesên li derdorê ragihandin hat cihê bûyerê, dema birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî ji aliyê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve êrîş lê hat kirin. 
 
Bav û 2 kurên xwe hatin qetilkirin
 
Du birayên hev ji malbata Şenyaşar ên ku piştre bi derfetên xwe malbatê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê û parêstvanên wî ve êrîş li wan hat kirin. Malbata Yildiz bi zorê doktor û hemşîre li odeyên wan girtin û Adil û Celal Şenyaşar qetil kirin. Wê demê bav Hacî Esvet Şenyaşar ê ku ji bo rewşa zarokên xwe bizane çû nexweşxaneyê jî ji aliyê heman kesan ve êrîş lê hat kirin û bi  îşkenceyê hat û hat qetilkirin. Dema Ferît û Mehmet Şenyaşar bi birîndarî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin revandin, Fadil Şenyaşar ê  bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligola Rihayê. Li ser agahiya ku endamê AKP'ê Halîl Yildiz û xizmên wî ji bo êrîşî vê nexweşxaneyê bikin di rê de ne, Fadil rakirin nexweşxaneya Amedê. Tevî ku Fadil bi giranî birîndar bû jî 3 roj piştî komkujiyê ji aliyê dadgeha ku derxistinê ve hat girtin.
 
Di hucreya yek kesî de hat ragirtin
 
Ewil Fadil birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Jimare 1 a Rihayê û piştre jî birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xerpêtê. Ji ber ku Fadil ê di hucreya yek kesî de bi giranî birîndar bû, girtiyên li wir gelek caran bi rêveberiya girtîgehê re axivîn û diyar kirin ku divê tedawiya wî di bin şert û mercên nexweşxaneyê de bê kirin. Lê dema ku Fadil di hucreya yekkesî de dimîne girtiyan biryara çalakiyê girtin û rêveberiya girtîgehê jî ji bo ku tedawiya Fadil di şert û mercên paqijiyê de bê kirin hin gav avêtin. 
 
Li gel parêstvanan  teslîm bû
 
Di çarçoveya dozê de ji bilî Fadil tu kes nehat girtin, Enver Yildiz bi komeke parêstvan re hat Edliyeya Rihayê û piştî komkujiyê 1 sal û 3 meh şûnde teslîm bû. Di doza ku li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin de Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh, Enver Yildiz jî 18 sal cezayê girtîgehê girt.
 
Bandora çalakiyê 
 
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de dest bi Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya nobedê ya Malbata Şenyaşar di demeke kin de bû sedema metirsiyê, ji bo her kesê ku daxwaza maf û edaletê dike bû mînak. Der barê Emîne Şenyaşar a ku 846 rojan li ber Edliyeya Rihayê nobeda xwe didomand de 35 lêpirsîn hatin vekirin, di dema nobetê de pankartên wê carna ji aliyê polîsan ve hatin dizîn, carna jî Emîne û Ferît bi lêdanê re rûbirû man û hatin binçavkirin. Emîne û Ferît ku tevî hemû zext, binçavkirin û astengiyan dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedan, di 26'ê Tîrmeha 2023'an de çalakiya xwe li Enqereyê berdewam kirin. Di danişîna 18'ê Cotmehê de li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin de Fadil Şenyaşar hat tahliyekirin û çalakiya Emîne Şenyaşar jî gihîşt armanca xwe. 
 
Emîne Şenyaşar têkildarî Nobeda Edaletê ya ku dest pê kir û pêvajoya heyî ji JINNEWS'ê re axivî.
 
'Ew hîn jî hewl didin ku wekî xwe tevbigerin'
 
Emîneyê anî ziman ku gelek zilm li wan hatiye kirin lê dîsa jî nobeda xwe didomînin û wiha got: “Em bi salan li ber edliyeyê rûniştin. Li kurê min (Ferît) xistin, min rakirin nexweşxaneyê, ew binçav kirin. Me gelek zilm dît. Niha jî hewl didin ku wekî xwe tevbigerin. Bê sedem zarokên min û hevjînê min kuştin. Ne dijminatî û ne jî zarokên min deyndarên wan bûn. Hemû malbata min kuştin. Min ew ji Xwedê re hiştin. Em çûn Enqereyê li ber Wezareta Dadê rûniştin. Em ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Rê li kesên ku ji bo piştgiriya me dihatin digirtin, destûr nedidan wan. Cihê ku em lê rûdiniştin ji bo ku em nikaribin rûnin bi têlan hatiye dorpêçkirin. Wezîrê Edaletê diçû û dernediket."
 
'Berpirsê vê êşê Erdogan e'
 
Emîneyê da zanîn ku zarokên wê hatin qetilkirin lê tevî hemû hewldanan jî sûcdar nehatin cezakirin û got ku dema kurê wê (Fadîl) hat berdan êşa wê heta radeyekê sivik bûye. Emîneyê wiha got: “Van mirovan ne rehm û ne jî wijdanê wan heye. Piştî nobeda edaletê kurê min serbest hat berdan. Divê hepsa malê ya kurê min rakin. Êdî bes e, têra xwe zilm li kurê min kirin. Bav û birayên wî qetil kirin. Di çalakiya Nobeda Edaletê de em riziyan. Em li wir li gel germa havînê, berf û sermayê rûdiniştin.  Bi hikûmetê re wijdan tune ye, eger edalet hebûya dê heta niha bihata. Rojekê jî nepirsîn, 'tu çima rûniştî, derdê te çi ye?' Hemî delîl hatin veşartin, û her weha tomarên nexweşxaneyê jî.Berpirsê hemû êşên ku em dijîn Erdogan e."
 
Girîngiya piştevaniyê 
 
Emîneyê got: “Eger min dest bi çalakiya Nobeda Edaletê nekiriba, kurê min nedidan berdan.” Emîneyê herî dawî wiha got: “Kesên ji welatên derve hatibûn, bi me re rûniştin û giriyan. Edaleta hemû welatan ji edaleta welatê me çêtir e. Ez ne tenê ji bo kurê xwe xem dikim; Ez ji bo her kesê ku li edaletê digerin edaletê dixwazim. Ez dixwazim hemû kesên ku bi neheqiyê re rûbirû mane û di girtîgehê de ne serbest bên berdan. Parêzerên me tu carî em tenê nehiştin. Li aliyê din her kesê xwedî wijdan em bi tenê nehiştin. Hin kesan zarokên xwe dihêlin û dihatin li me xwedî derdiketin, bi me re fitara xwe vedikirin. Bi saya hevgirtina gel me dest bi nobetê kir û dewam kir. Bi saya piştgiriya wan me karî biaxivin. Her kes bi me re pir westiya, gelek ked dan. Xwedê ji hemûyan razî be." 
 
Ji aliyê din ve wê Malbata Şenyaşar sibe saet di navbera 10.00-16.00’an de li Salona Nur Plaza ya navçeya Pirsûsê sersaxiyê qebûl bike û piştî sersaxiyê wê mewlûd were xwendin.