Abdullah Ocalan di 2013'an de bal kişand ser çi?

  • 09:48 23 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel daxuyaniyên derbarê Abdullah Ocalan û Pirsgirêka Kurd de tên dayîn 3 xalên ku Abdullah Ocalan di 3'yê Çileya 2013'an de danîbûn holê girîngiya xwe diparêzin.
 
Her çend di demên dawî de gelek caran der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd de daxuyanî hatin dayîn, 3 xalên ku Abdullah Ocalan di 3'ê Çileya 2013'an de derxistî girîng in.
 
Şerê li Rojhilata Navîn, êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê û êrîşên li ser Lubnanê di rojevê de ne. Her ku gav bi gav şer li Rojhilata Navîn belav dibe, yek ji pirsgirêka herî girîng jî pirsgirêka Kurd e. Di van demên dawî de li ser pirsgirêka kurd nîqaş pêş dikevin. Di siyasetê de gelek caran axaftinên normalîzekirin, nermbûn û aştiyê tên kirin. Gotûbêjên bi vî rengî demekê ji aliyê hikûmetê ve hatin vegotin. Serokê Giştî yê AKP'ê MHP'ê Devlet Bahçelî di axaftina xwe ya dawî ya li Meclîsê de ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestibû ku were Meclîsê û telefonê bike. Dûre Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel behsa “dewleta” ku Kurd xwe tê de hîs bikin kir. Siyaseta Kurd ji destpêkê ve diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan navnîşana çareseriyê ye.
 
Kurte daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo siyasetmedar Ayla Akat Ata û Ahmet Turk ên di 3'ê Çileya 2013'an de ji bilî parêzer û malbata xwe cara ewil çûn Îmraliyê, pêvajoya ji wê rojê û pê ve diyar kir. Yanî Abdullah Ocalan ji siyasetmedarên çûne Îmraliyê re çi got?
 
Abdullah Ocalan ku di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser aştiya di navbera Kurd û Tirkan de û got: “Em ê bi aştiya Tirk-Kurd bigihêjin aştiya rast. Têkiliyên di navbera van her du civakan de dînamîte û jehrî kirin. Em ê li ser vê yekê bixebitin ka em ê çawa bi ser bikevin. Wê bi rûmeta netewî ya gelan were lîstin, gel jî bêbersiv bimîne! Ez qehirî me. Ez ne dewletparêz im. Sedema sereke ya komkujiyan ev e. " Dibêje: "Netew-dewlet tê wateya koletî, ne azadî ye."
 
Abdullah Ocalan wiha berdewam dike: “Em dixwazin Kurdan bikin yekîneyeke demokratîk. Bêyî vê di Destûr û qanûnên Tirkiyeyê de aştî pêk nayê. AKP dibêje pêwîstî bi vê yekê nîne. Ji ber vê yekê, em ê çawa bijîn? Bêyî îfadeya qanûnî û destûrî ya bîst milyon kesî em ê çawa bijîn? Ji ber vê yekê ez planek çalakiyê derdixim pêş. Bila ez qonaxên vê destnîşan bikim."
 
Abdullah Ocalan ji bo gavên yekem 3 xalan destnîşan dike:
 
“1- Dabînkirina jîngeheke bê pevçûn.
 
2- Pêvajoya destûrî û yasayî. Divê Pêşnûmeya Reforma Kurdî bê nûkirin. Ji bo danasîna hemwelatîbûnê ez vê pêşniyarê dikim: Destûra Bingehîn a me hemû çandên dîrokî wekî dewlemendiya Tirkiyeyê qebûl dike û mafê pêşketin, îfadekirin û rêxistinbûna azad qebûl dike. Di Destûra Bingehîn a Spanyayê de jî heman tişt heye. Ev pênase pirsgirêka hemwelatîbûnê û hin pirsgirêkên din çareser dike. Dibe ku ev jî weke pêşniyara AKP’ê pêşniyareke bêalî be. Lêbelê, pênaseyek mîna ya ku ez pêşkêş dikim, gelek pirsgirêkan çareser dike. Ez qala perwerdeya ziman jî nakim jixwe. Jixwe divê ew hebe. Wê mafê qanûndanînê û xweseriya aborî hebe. Rezervasyonên di Qanûna Xweseriya Rêveberiyên Herêmî de wê bên rakirin.
 
3- Pêvajoya asayîbûnê.
 
Înkarkirina hebûna kurdan jî tê wateya înkarkirina hebûna tirkan. Ger Kurd ji holê rabin û Îslam ji holê rabe, li Anatolyayê Tirk jî namîne. Ger ev hemû hêman ji holê bên rakirin, wê ev lobî û hêzên serdest we jî ji holê rakin. Girîng e rêz li hemû çandên dîrokî bê girtin û mafê xwe îfadekirin û rêxistinbûna wan bê naskirin. Rêkeftinek weha dikare rewşê xilas bike. Her tişt dikeve nav vê yekê. Girîng e ku zagon ji vê yekê re ne girtîbe. Ne hewce ye ku were hejmartin. Sê gotin bes in: Hemwelatîbûn girêdana dewletê ye.”