Li Moskowayê ‘Roja Çanda Kurdî’ hat lidarxistin

  • 11:20 21 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mala Netewan a Moskowayê çalakiyeke çandî ya bi navê “Roja Çanda Kurdî” hat lidarxistin.
 
Li paytexta Rûsya Moskowayê Rêxistina Jinên Kurd a Viyan di çarçoveya mîhrîcana “Mala min Moskowa” de li Mala Netewan a Moskowayê şahiyeke bi navê “Roja Çanda Kurdî” hat lidarxistin. Ji mêvanan re dîlan, stran û kevneşopiyên Gelê Kurd hatin pêşkêşkirin.
 
Ji bo mêvanan aheng, sitran, dîlan, cil û bergên neteweyî û amûrên muzîkê hatin nîşankirin. Di pîrozbahiyê de Seroka Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî Juliet Raşoyan jî di nav axaftvanan de bû.
 
Di axaftinên hatin kirin de, îşaret bi rola Rûsyayê ya ji bo parastina nasnameya etnîkî ya gelê Kurd hate kirin û hate diyarkirin ku Rûsya her tim bûye parêzvanê çandî û siyasî yê gelên bindest. Her wiha hate ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gelek caran piştgiriya Gelê Kurd kiriye.
 
Hevseroka Otonomiya Federal a Netewî-Çandî ya Kurdên Rûsyayê, Liana Islamovna Smoyan jî di axaftina xwe de spasiya kir ku derfet daye Kurdan ku çand û zimanê xwe biparêzin. Liana da zanîn ku Kurdên li Rûsyayê bi hemû mafan tên parastin, weke beşek ji civaka Rûsyayê ya pirneteweyî.
 
Di bernameya mîhrîcanê de her wiha koma Govendên Kurdî “Rûken” û mamosteya Komê Tatyana Odîntsova jî amade bûn û dîlanên folklorî ji bo mêvanan pêşkêş kirin. Temaşevanan karîbûn cil û bergên netewî, xalîçe û amûrên muzîkê bibînin û her wiha guhê xwe bidin stran û dîlanên Kurdî yên zindî û bi coş.
 
Şanogerê Kurd Şalîko Bêkes jî ji bo mêvanan behsa pêşketina şanoya Kurdî û rola wê ya di parastina mîrata çandî de kir û bal kişand ser girîngiya şanoyê ya di parastina çand û hunera Kurdî de.
 
Gohar Saroeva jî di bernameya konserê de axivî û spasiya Serokatiya Mala Netewan a Moskowayê û Beşa Siyaseta Neteweyî û Têkiliyên Navdewletî ya Moskowê kir ku ji bo lidar xistina festîvalê derfet dayîne.
 
Ji mêvanan re sînevîzyonek li ser dîroka Kurdistanê hat pêşkêşkirin û piştre beşa muzîk û dîlanê destpê kir. Hunermend bi sitran û dengên xwe derketin ser dikê, stranbêj Sara Xacîêva, stranbêjê ciwan Îbrahîm Xacîev, Saroeva Gohar, koma govendê ya Kurdî “Rûken” bi Govenda Herêma Efrînê, solîsta koma jinan “Viyan” Marîna Xelîl, Stranbêja Ermenî Gohar Gabrielyan û stranbêjê Kurd Îlîç Alajyan stran pêşkêş kirin.
 
Çalakî bi dîlanên Kurdî bi dawî bû û hem hunermend û hem jî mêvanên êvarê bi kêfxweşî beşdar bûn. Ev roj bû tesdîqeke din ku çand û kevneşopiyên gelê Kurd li Moskowaya pirneteweyî têne parastin û ji nifşên nû re derbas dibin.