Mizgîn Ronak: Min dev ji nivîsandina bi Kurdî berneda

  • 09:04 23 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Roza Metîna
 
ÊLIH - Nivîskar û helbestkar Mizgîn Ronak a ku 30 di girtîgehê de ma û tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû bal kişand ser çîroka xwe ya nivîsandinê û wiha got:” Eşqa min û pirtûkên Kurdî hîn ji zarokatiyê dest pê kir. Mirov wexta di zarokatiyê de eşqa pirtûkan hîs bike ev cuda ye. Li zindanê jî min dest ji xwendin û nivîsandina Kurdî berneda. Jixwe divê li zindanê tu ji xwe re cîhaneke taybet çêbikê. Yan na tu yê di binê lingê faşîzmê de tune bibî.”
 
Fûara Pirtûkên Kurdî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ve li Êlihê hat lidarxistin 16’ê Cotmehê dest pê kir û heta roja 20’ê Cotmehê dewam kir. Di Fûra Pirtûkên Kurdî de bernameyên mîna panel û gotubêjan jî hat lidarxistin û gelek nivîskarên Kurd û weşanxaneyên Kurd tevli fûarê bûn.
 
Nivîskar û helbestkar Mizgîn Ronak a ku 30 di girtîgehê de ma û tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû li ser mijarên girîngiya zimanê Kurdî, hebûna jinên nivîskar a li fûara pirtûkên Kurdî, çîroka xwe ya nivîsandinê û  girîngiya xwedîderketina li berhemên zindanan kir.
 
‘Em bi Kurdî bijîn’
 
Mizgîn Ronak di destpêkê de da zanîn divê zimanê Kurdî di pratîkê de pêş bikeve û wiha got:”Em tev deyndarê ziman in. Divê em deynê xwe yê ji bo zimanê Kurdî bidin. Ev jî encax bi axaftin û pratîkê pêk were. Niha hewceyî pratîkê ye. Em lez bikin bi Kurdî bijîn û bi Kurdî bidin jiyandin.” 
 
‘Divê em nebin hevkarên sûcê asîmîlasyonê’ 
 
Mizgînê her wiha bal bir ser girîngiya parastina zimanê Kurdî û wiha got:”Parastin jiyandin e. Loma divê em zimanê Kurdî bi xwendin û hînkirina zimanê Kurdî ya zarokan biparêzin. Lazim e ji bo vê yekê her mal bibin dibistan, dê û bav jî bibin mamoste. Mamosteyê rast jixwe dê û bav in. Divê her malbat vê rola xwe bilîzin. Divê em êdî nebin hevkarên sûcê asîmîlasyonê.”  
 
‘Yekîtiya weşanxaneyên Kurdî yekîtiya ziman çêdikê’
 
Mizgînê da zanîn hatina gel hevdu ya weşanxaneyên Kurdî yekîtiya ziman çêdikê û wiha pê de çû:”Gelek weşanxaneyên Kurdî tevli fûara pirtûkên Kurdî bûn. Di şexsê van weşanxeneyan de mirov yekîtiya zimanê Kurdî dibîne. Li vir hemû weşanxane û pirtûkên Kurdî li kêleka hev in. Ev jî yekîtiyekê çêdikê. Ji pirtûkên klasîk bigire heta yên nûjen ji yên felsefeyê bigirin heta yên helbestê pirtûk hene. Ev tiştekî gelekî hêja ye. Ev jî bi saya pêşangehan pêk tê. Ji ber vê jî karê wiha çiqasî zêde bin ewqasî baş e. Mirov dema li pêşangehên wiha dinêrin dengê Kurdî tê mirov. Lê divê dewamiya xebatên wiha hebin. Ji bo zindîbûyina xwendevaniyê, ji bo zindîbûyina Kurdî ev gelekî girîng e. Dîsa dema nivîskar tên gel hevdu ev yek sînerjiyekê jî çêdikê. Li vir yekîtiya nivîskar, weşanger, xwendekaran jî bi hev çêdibe. Li hemberî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê ev xebat girîng in.”
 
‘Hebûna jinên nivîskar a li pêşangehan girîng e’ 
 
Mizgînê derbarê hatina jinên nivîskar a fûara pirtûkên Kurdî de wiha got:”Hebûna jinên nivîskar a li pêşangehan girîng e lê belê divê pênûsa jinan hîn xurt be. Hejmara me hîna jî kêm e loma divê em wekî jinên nivîskar zêde bibin.” 
 
Di 13 saliya xwe de helbestê dinivîse 
 
Mizgînê her wiha behsa çîroka nivîsandina xwe jî kir û diyar kir ku wê di destpêkê de ji nivîsandina helbestê dest pê kiriye. Mizginê wiha got:”Di 13 saliya xwe de li malê min helbest nivîsand. Min cara ewil ji helbestê dest pê kir. Piştî wê min gotar nivîsandin. Piştî helbest û gotarê jî min roman nivîsand. Helbesta min a ewil jî li ser kurdîtiyê bû. Min wê çaxê helbestek Şêrko Bêkes xwendibû.”
 
 ‘Divê jin bêjin gelo çiqasî pênûsa min azad e ?'
 
Mizgînê diyar kir ku divê jin ji xwe pirsên ku ka gelo di wêjeyê de çiqas azad in pirs bikin û wiha got:”Jiyan û wêje hevdu temam dike. Wekî du cêwiyan e. Jin çi qasî di qada jiyanê de serwer bin wê ewqasî di qada wêjeyê de jî serwer bin. Divê em jin di warê nivîsandinê de ji xwe pirs bikin gelo çiqasî pênûsa min azad e. Pênûsa min çiqasî Kurdî dide jiyîn ? Ji ber ku nivîskarî tiştekî spesîfîk û taybet e loma divê eyneyek li ber rûyê mirov be. Divê jinên nivîskar û helbestkar bêjin ez çiqasî kirdeyeke azad im ? Ger em vê pirsê ji xwe bikin bawer im em ê di vê hêlê de serfiraziyê bi dest bixin.”
 
‘Zayendperestî ji bo xwediyê xwe, cezayekî mezin e’
 
Mizgînê di hema demê de bal kişand ser zimanê zayendperest ê mêr ê di wêjeyê de û wiha got:”Jixwe zayendpestiya jiyanê derbasî wêjeyê jî dibe. Zayendperestî ji bo xwediyê xwe, cezayekî mezin e. Zayendperestî xwediyê xwe qirêj dike, dixîne, dixapîne, dike pênc quruş. Xwediyê zayenperestiyê belkî xwe dixapîne û dibêje qey tiştekî baş dike, dibêje qey qehremantiyekê dike lê belê ne wisa ye. Em hêvî dikin ku ew cezayê zayendperestiyê xwediyê xwe hişyar bike û dawî li vê zayendperestiyê bînin.”
 
Têkoşîna bi pênûsê ya li zindanan 
 
Mizgînê di heman demê de bal kişand ser hewldan û têkoşîna nivîskarên di zindanan de ya bi pênûsa xwe û wiha dewam kir:”Zindan ji aliyê zimanê Kurdî û pirtûkên Kurdî ve mîna akademiyekê ye. Lê xwezî her kesî li zindanan bi Kurdî binivîsandaya. Gelek kesên li zindanê bi tirkî dinivîsin jî hene. Tevî ewqas astengî û dez avantaj hebûn jî hevalên ku li zindanan dinivîsin hene. Em bi wan serfiraz in û mala wan ava be. Em dewamiya vê yekê jî dixwazin.”
 
‘Li zindanê jî min dest ji nivîsandina Kurdî berneda’
 
Mizgînê da zanîn eşqa wê ya ji bo pirtûkên Kurdî li zindanê jî dewam kiriye û wiha got:”Eşqa min û pirtûkên Kurdî hîn ji zarokatiyê dest pê kir. Dema em li tevahiya hejmara mirovan dinêrin, mirovên pirtûkhez kêm in. Ev ji bo me kurdan hîn kêm e. Mirov wexta di zarokatiyê de eşqa pirtûkan hîs bike ev cuda ye. Min jî pir zû dest bi xwendinê kir. Li zindanê jî min dest ji xwendin û nivîsandina Kurdî berneda. Jixwe divê li zindanê tu ji xwe re cîhaneke taybet çêbikê. Yan na tu yê di binê lingê faşîzmê de tune bibî. Wêje manewiyat e. Helbest bi xwe berxwedan e.” 
 
‘Tevî zehmetiyan me li zindanê nivîsand’
 
Mizgînê di heman demê de behsa zehmetiyên li zindanê yên di warê nivîsandinê de kir û wiha got:”Li zindanê elbet nivîsandin zehmet e. Gelek astengiyên fîzîkî û manewî jî hene. Ev jî berxwedaneke dinê dixwaze. Pir caran mirov li zindanê zer û zerhimî dibûn. Gelek caran dema me tune bû û me dema xwe ya taybet dida wêjeyê. Li zidanê ji ber mîsogeriya tu tiştî tunebû ev jî aliyekî dinê yê zehmet ê zindanê bû. Gelek pirtûkên min jî di zindanê de winda bûn. Tiştên ku me di zindanê de dinivîsand me gelek caran nikaribû biparasta loma jî me xwe sûcdar hîs dikir. Carinan tu û ew bi hev re digiriyan. Dema me ya li zindanê serboriyeke zor lê bi rûmet bû. Şoreşgerî û nivîskarî di vê manê de ji hev ne dûr in. Ku mirov nehêle motîvasyona wan sabote bibe mirov dikare li zindanê binivîse. Zor e lê, pêkan e. Baş e ku min di zindanê de nivîsandiye. Dema ez lê dinêrim tiştên wê çaxê min nivîsandiye niha nikarim binivîsim. Çimkî her tişt dema wê heye. Tevî zehmetiyan me li zindanê nivîsand. Baş e ku tiştên me li zindanê nivîsandin gihişt xwendevanan. Înşallah em ê di warê Kurdî de berhemên hîn serkeftî jî binivîsin.” 
 
‘Dema pirtûkên me dihatin îmzekirin kêfa me dihat’
 
Mizgînê da zanîn xwedîderketina li pirtûkên nivîskaran ji bo wan bextewarî bû û wiha dewam kir:”Dema em di zindanê de bûn û pirtûkên me dihatin îmzekirin kêfa me dihat û me digot wa ye peyama me gihaştiye derve. Me digot wa ye pirtûkên me gihaştiye xwendevanan. Me digot me pirtûkên xwe emanetî destên wêjehezan kiriye. Dilê mirov rehet dibû û ev yek bextewariyeke mezin bû. Yek ji bextewariya herî mezin a nivîskarên di zindanan de ew e ku pirtûkên wan bên xwendin. Loma divê mirov pirtûkên nivîskarên di zindanan de bi tenê nehêle. Çimkî niha hevalên ku hîn li zindanan dinivîsin hene. Silavek jî ji bo wan motîvasyoneke mezin e.”
 
‘Li zindanê divê tu xezîneyekê bi destê xwe çêbikê’
 
Mizginê di heman demê de bal bir ser ferqiya di navbera nivîsandina di zindanê de û ya li derve û wiha got:”Li derve şansa nivîsandinê zêde ye. Li girtîgehê tu tenê hesin û dîwaran dibînî. Tu her gavê heman mirovan dibînî.  Li derve xezîneyek ji bo nivîsandinê heye lê belê li zindanê divê tu xezîneyekê bi destê xwe çêbikê. Yanî li zindanê nivîsandin zor e lê belê tiştê zor jî xweş e.” 
 
Çîroka Mizgînê ya li girtîgeha Êlihê
 
Mizgînê behsa çîrokeke xwe ya salên girtîgehê ya li zindana Êlihê kir û wiha got:”Ez li girtîgeha Êlihê jî mame. Li vir salên min ên dîlgirtî jî hebûn.Wê demê tenê kovareke me ya Rewşenê hebû. Me ew kovar wekî çavên xwe diparast. Ji xeynî wê tiştekî me yê Kurdî tunebû. Wê demê dîsa qedexe zêde bûn. Herî kêm me ew kovar 15 caran dixwend. Me nizanîbû em ê çawa veşêrin. Ji ber ku xezîneya me tenê ev kovar bû. Li pêşangehê dora me tije pirtûk in. Ez di şexsê çîroka xwe de bêjim ez ji wan rojan hatim roja îro. Ev ji bo min bextewariyek e.”
 
Banga xwedîderketina li berhemên zindanan 
 
Mizgînê herî dawî banga xwedîderketina li berhem û nivîskarên di zindanan de kir û got divê kesek wan bi tenê nehêle û gotin nameyek be jî ji bo nivîskarên di zindanan de gelekî girîng e.