Ji bo jinan piştgiriya muayeneya penceşêrê

  • 11:57 10 Cotmeh 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
AMED - Li navçeya Çinarê, di çarçoveya protokola ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr de hatiye çêkirin, xizmetên penceşêra pêsîrê û pençeşêra malzarokê bêpere tê dayîn.
 
Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya pêkanîna ku bi hevkariya Navenda Teşhîsa Pêşî, Venêrîn û Perwerdehiyê ya Penceşêrê (KETEM) hat kirin, li navçeya Çinarê ji bo jinên ku dixwazin li dijî penceşêra pêsîr û malzarokê testa pêşîlêgirtinê bikin, piştgiriya mamografiyê bêpere kir.
 
Di berdewamiya xebata xwe ya ji bo parastin û başkirina tenduristiya gel de, Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê piştgirî dide jinên ku dixwazin testên pêşîlêgirtinê li dijî penceşêra pêsîrê û malzarokê bikin ku di navbera 40-69 salî de hevpar in.
 
Test di wesayiteke mamografiyê ya gerok de têne kirin
 
Di vê çarçoveyê de wesayîta mamografiyê ya gerok ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re hat dayîn, li ber Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Çinarê dest bi xizmetê kir.
 
Beriya sînevîzyonê ekîbên Şaredariya Çinarê li navend û taxên gundan xebatên hişyarkirinê li dar xistin. Jinên ku xwestin ji xizmetê sûd werbigirin, bi wesayîtên servîsê yên Şaredariya Çinarê birin kontrola mamografiyê.
 
Piştre jin bi alîkariya karmend û alavên Midûriyeta Tenduristiyê di wesayîteke gerok de hatin muayenekirin.
 
Jin derbarê penceşêrê de hişyar dibin
 
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz bi jinên ku li Çinarê testa wan kirin re hat cem hev û diyar kir ku divê testên pêşîlêgirtinê yên li dijî penceşêrê neyên îhmalkirin.
 
Li Çinarê 3 hefte dê xizmet bê kirin
 
Wesayîta gerok ku rojane dê 40 jinan ji ber nexweşiya penceşêra memik û malzarokê kontrol bike dê li Çinarê 3 hefteyan xebatên xwe bidomîne.
 
Wesayîta mamografiyê ya gerok dê li navçeyên din ên Amedê jî xizmetê bide jinan.