Li Şirnexê çawîşê pispor destdirêjî li zarokê kir 2020-07-15 13:45:29   ŞIRNEX - Li taxa Yenî ya Şirnexê duh di saetên êvarê de çawîşekî pispor ku navê wî nehat zanîn destdirêjî li zarokekê kiriye û li ser bertekên şêniyên li taxê kesê êrîşkar hatiye binçavkirin.   Li taxa Yenî ya Navenda Şirnexê derket holê ku Çawişê Pispor ê ku navê wî nayê zanîn duh êvarê li zaroka 10 salî destdirêjî kiriye û hewl daye ku birevîne. Lê li ser bertekên şêniyên taxê û kesên bi telefonê dîmenê bûyerê girtin çawîşê destdirêjî kir hat binçavkirin û birin emniyetê.    Piştî bûyer derket holê li ser medya civakî jî kampanyaya bi hastaga #susmaşırnak (bêdeng nemîne Şirnex) hat destpêkirin.