Îranê 10 sal ceza li mamosteya kurdî birî

  • 12:03 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê kurdî ya ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê birî.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Îranê li Sine, bi îdîaya "li dijî ewlehiya neteweyî" kar kiriye, 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemed birî.
 
Zara Mihemed a 29 salî ku mamostetiya kurdî dikir, weke aktîvîsteke aştiyê jî derdiket pêş. Zara di heman demê de endama Desteya Rêveber a Meclîsa Nûjînê jî bû. Zara di 23'ê Gulana 2019'an de di serdegirtina mala xwe de hatibû girtin.