Îranê 10 sal ceza li mamosteya kurdî birî 2020-07-15 12:03:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê kurdî ya ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê birî.   Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Îranê li Sine, bi îdîaya "li dijî ewlehiya neteweyî" kar kiriye, 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemed birî.   Zara Mihemed a 29 salî ku mamostetiya kurdî dikir, weke aktîvîsteke aştiyê jî derdiket pêş. Zara di heman demê de endama Desteya Rêveber a Meclîsa Nûjînê jî bû. Zara di 23'ê Gulana 2019'an de di serdegirtina mala xwe de hatibû girtin.