Cenazeyê Fatîh ê ku winda bû hat dîtin

  • 15:01 3 Nîsan 2019
  • Rojane
ÊLIH - Cenazeyê zaroê 3 salî Fatîh Akdogan ku hat diyarkirin ketiye Çemê Bekirhan û li ber avê çûye hat dîtin. 
 
Li gundê Ulaşli yê girêdayî bajaroka Bekirhanê zarokê 3 salî Fatîh Akdogan  di 1'ê Nîsanê de ketibû Çemê Bekirhanê û li ber avê çûbû. Piştî ku bûyer hat bihîstin ji bo ku cenazeyê Fatîh bê dîtin lêgerîn hatibû destpêkirin. Herwiha malbata Fatîh jî diyar kiribû ku dibe fatîh hatibe revandin û li ser vê lêpirsîn hatibû destpêkirin. 
 
Cenazeyê Fatîh îro li Bajarokê muzumluyê hat dîtin.