Cenazeyê Fatîh ê ku winda bû hat dîtin 2019-04-03 15:01:22   ÊLIH - Cenazeyê zaroê 3 salî Fatîh Akdogan ku hat diyarkirin ketiye Çemê Bekirhan û li ber avê çûye hat dîtin.    Li gundê Ulaşli yê girêdayî bajaroka Bekirhanê zarokê 3 salî Fatîh Akdogan  di 1'ê Nîsanê de ketibû Çemê Bekirhanê û li ber avê çûbû. Piştî ku bûyer hat bihîstin ji bo ku cenazeyê Fatîh bê dîtin lêgerîn hatibû destpêkirin. Herwiha malbata Fatîh jî diyar kiribû ku dibe fatîh hatibe revandin û li ser vê lêpirsîn hatibû destpêkirin.    Cenazeyê Fatîh îro li Bajarokê muzumluyê hat dîtin.