Der barê tundiya polîsan a li Êlihê de serlêdana sûc
- 17:49 5 Mijdar 2024
- Rojane
AMED – KomîsyonaTêkoşîna Li dijî Tundiyê ya Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê, der barê polîsên ku li Êlihê gel derb kiribû de serlêdana sûc kir.
Endamên Komîsyona Têkoşîna Li dijî Tundiyê ya Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê parêzer Bawer Mizrak û Serhat Kayaoglu der barê tundiya polîs ya li kesên tevli protestokirinên qeyûm bûn hat kirin de serlêdana sûc kirin. Di serlêdana li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hat kirin de, der barê polîsan de hat xwestin ku ji sûcên ‘peywir nebaş bikar anîne’, ‘îşkence û pêkanîna nebaş û birîndarkirin’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ doz bê vekirin.
He rwiha di serlêdanê xalên qedexekirina Îşkenceyê û mafê çalakî û azadiyê ya Destura Bingehîn û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) hat bibîrxistin û biryarên Dadgeha Destura bingehîn (DDB) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hat bibîrxistin.
Her wiha di serlêdanê de dîmenên tundiya ku polîsan li welatiyan dikir jî wek delîl hat pêşkêşkirin.