Li Êlihê êrîşî çalakvanan kirin û gelek kes binçav kirin

  • 15:50 5 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Di roja duyemîn a berxwedana welatiyan a li dijî tayînkirina qeyûman ên li Êlihê de, nûçegihana me Pelşîn Çetînkaya û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren jî di nav de gelek bi îşkenceyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.  
 
Bi talîmata Wezareta Karên Hundir duh li Êlih, Mêrdîn û Xalfetî qeyûm hatin tayînkirin.  Berxwedana welatiyan a li dijî tayînkirina qeyûman dewam dike. Piştî daxuyaniyên siyasetmedarên jin ên Kurd û jinên femînîst, polîsan careke din bi gaza îsotê û ava şid êrîşî girseyê kir. 
 
Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin, nûçegihana me Pelşîn Çetînkaya jî ku ji bo şopandina nûçeyê li Elihê bû, bi îşkenceyê de hat binçavkirin. Tevî ku hat gotin ku ew rojnameger e jî serê nûçegihanê me bi zorê xwar kirin.  Polîsan xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Veysî Akoren jî binçav kirin.