Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin

  • 15:19 5 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Wê li dijî darbeya qeyûm berxwedana me bênavber bidome.” 
 
Piştî Şaredariya Esenyurtê di 4’ê Mijdarê de li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlihê û Xelfetiyê hatin kirin. Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî hatin dayîn û qeyûm hatin protestokirin. 
 
Stenbol
 
Rêxistinên hiqûqê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan û dirûşm hatin berzkirin. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mizgîn Argiş daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdarî bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên kurdan re dixwaze siyaset û rêveberiya xwecihî li gorî xwe dîzayn bike. Argiş li dijî darbeya qeyûm banga dijderketina qeyûman li her kesî kir û xwest her kes li ber qeyûman rabe. 
  
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) daxuyaniyek nivîskî da û li dijî qeyûman banga têkoşînê kir. 
 
Colemêrg 
 
Rêxistina DEM Partiya Colemêrgê jî li navenda bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Hevserokê DEM Partiya Bajêr Kadîr Şahîn daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew pêvajoyek ku li bendê bûn pirsgirêk bi diyalog û muzakerayan bê çareserkirin lê ber wan xefik hatibû danîn. Şahîn got ku ew ê qet serê xwe li ber rejîma qeyûman netewînin û bi paş ve gav neavêjin. 
Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Her wiha Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê jî li dijî qeyûman li ber avahiya şaredariyê ya kevn daxuyanî da û qeyûman protesto kirin. Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê Mûsa Bor daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wê têkoşîn û berxwedana wan a li dijî darbeya qeyûman bênavber berdewam bike. 
 
Erzirom 
 
Rêxistina DEM Partiya Erziromê jî li navçeya Qerayaziyê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman protesto kir. Hevserokê DEM Partiya Erziromê Bariş Kemaloglû daxuyanî xwend û anî ziman ku tayînkirina van qeyûman nîşaneya têkçûna desthilatdariyê ye û ev qeyûm di heman demê de li dijî îrade û mafê hilbijartinê yê gelê kurd e.