Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
- 10:32 3 Nîsan 2019
- Rojane
ÎZMÎR -Li Otelek Bûtik a Navçeya Odemişê jina bi navê Hamide Gezer mirî hat dîtin.
Li Otelek Bûtik a li Kuçeya Birgi ya li Navçeya Odemişa Îzmîrê jina bi navê Hamide Gezer (33) mirî hat dîtin. Do piştî nîvro ji odeya Hamide dengê çekê hat û xebatkarên otelê li polîs û amblûlansan geriyan.
Piştî ku ekîbên tenduristiyê hatin şûnde diyar kirin ku Hamideyê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Hamdiyê rakirin morgê û hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.