Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin 2019-04-03 10:32:54   ÎZMÎR -Li Otelek Bûtik a Navçeya Odemişê jina bi navê Hamide Gezer mirî hat dîtin.   Li Otelek Bûtik a li Kuçeya Birgi ya li Navçeya Odemişa Îzmîrê jina bi navê Hamide Gezer (33) mirî hat dîtin. Do piştî nîvro ji odeya Hamide dengê çekê hat û xebatkarên otelê li polîs û amblûlansan geriyan.    Piştî ku ekîbên tenduristiyê hatin şûnde diyar kirin ku Hamideyê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Hamdiyê rakirin morgê û hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.