Siraç Yuksek li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest da
- 17:03 2 Nîsan 2019
- Rojane
EDENE - Hat ragihandin ku girtiyê li Girtîgeha T 2 ya Osmaniyeyê Siraç Yuksek, li dijî tecrîda li Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî. Tvî siraç heta niha 6 girtiyan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye.
Hat ragihandin ku girtiyê li Girtîgeha T 2 ya Osmaniyeyê Siraç Yuksek, li dijî tecrîda li Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî. Hat aşkerakirin ku cenazeyê Siraç birine Tipa Edllî ya Edeneyê.
Hat ragihandin ku Siraç yek ji kesên ku li Nisêbîn di dema qedxeya derve de ji taxê hatibû derxistin û piştre jî hatibû girtin û di nava kesên ji doza Nisêbînê de tên darizandin de cih girtiye.
Bi girît 6 girtiyan dawî li jiyana xwe anî
Bêdengiya hilûmetê ya li dijî mirinên li girtîgehan berdewam dike û tevî Siraç bû 6 kes ku li girtîgehan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe tînin.