Siraç Yuksek li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest da 2019-04-02 17:03:59   EDENE - Hat ragihandin ku girtiyê li Girtîgeha T 2 ya Osmaniyeyê  Siraç Yuksek, li dijî tecrîda li Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî. Tvî siraç heta niha 6 girtiyan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye.    Hat ragihandin ku girtiyê li Girtîgeha T 2 ya Osmaniyeyê  Siraç Yuksek, li dijî tecrîda li Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî. Hat aşkerakirin ku cenazeyê Siraç birine Tipa Edllî ya Edeneyê.    Hat ragihandin ku Siraç yek ji kesên ku li Nisêbîn di dema qedxeya derve de ji taxê hatibû derxistin û piştre jî hatibû girtin û di nava kesên ji doza Nisêbînê de tên darizandin de cih girtiye.    Bi girît 6 girtiyan dawî li jiyana xwe anî   Bêdengiya hilûmetê ya li dijî mirinên li girtîgehan berdewam dike û tevî Siraç bû 6 kes ku li  girtîgehan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe tînin.