4'emîn Mihrîcana Şanoya Yekta Herekol berdewam dike

  • 10:10 31 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya roja şano ya cîhanî û salvegera Şehîd Yekta Herekol 4'emîn mihrîcana şano di roja xwe ya sêyem de berdewam dike.
 
Bi boneya roja şano ya cîhanî û salvegera şanoger Şehîd Yekta Herekol  tevgera TEV-ÇAND'ê  4'emîn mihrîcana şano li dar xist,  mihrîcan di roja sêyem de li çand û hûnera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê berdewam dike. Bi tevlîbûna Sazî û dezgehên sivîl  û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Endamên Çand û hunera Şehba, Reqa, Cizîr, Kobanê mîhrîcan didome. 
 
Di berdewamiya mihrîcana di roja sêyem koma Lîlon Şanoya ' Çiyayê Kurmênc' pêşkêş kirin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Komîna Şano û endama komîteya amadekar ya 4’emîn mihrîcana şanoyê li  Rojhilat û Bakûrê  Sûriyeyê Gulnaz Derwîş ji ajansa me re axivî.
 
Gulnaz diyar kir ku mihrîcan bi awayekî baş li gorî hêviyên wan derbas dibe û wiha got: "Di nava mihrîcanê de wê 9 şano werin pêşkêş kirin, koma pêkhateyên ereb ya bajarê Reqayê yê jî wê şanoya xwe pêşkêş bike, armanca me ya sereke ku êş û berxwedana gelê Efrînê û heta roja îro berdewam dike nîşan bidin."
 
Piştî ku şano bi dawî dibe, nîqaş, rexne û pêşinyar li ser şanoya ku hate pêşkêşkirin ji aliyê temaşevanan ve tê kirin. Mihrîcan heta 7'ê nîsanê dê bidome, her roj şanoyên cuda tên pêşkêş kirin.