92 kesên Ewrûpî dê hilbijartinê bişopînin
- 16:56 30 Adar 2019
- Rojane
AMED - Li ser vexwendina HDP’ê heyeta ji 92 kesan pêk tê ku ji welatên Ewrûpa hat Tirkiyeyê dê li gelek bajarên herêmê çavdêriya hilbijartina xwecihî bike û encaman bişopîne.
Parlamenterên Partiya Kesk a Federala Elmanya, Koma Partiya Çep a Hamburgê û rêxistinên ciwanan, Parlamenterên Partiya Demokratên Sosyal a Swêdê, Endamên Komeleya AVK’ê ya Îtalya, endamên sendîkaya COBAS’ê, endamên Koma Dostane ya Îngilîstanê, endamên Partiya Çep a Fransayê, endamên Komeleya Dostaniya Kurdan a Birîtanya, endamên Koma Piştevaniya Norveçê, endam û rêveberên Partiya Kizil, Serok û parlamenterên Partiya Çep a Swêdê û endamên Delegasyona Zurîhê di nava heyetê de cih digirin ji bo şopandina hilbijartina herêmî berê xwe dan herêmê.
Li gorî organîzasyona Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê kir, dê endamên heyetê li bajarên wek Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Amed, Riha, Çewlîg, Dersim, Xarpêt, Wan, Colemêrg, Bedlîs û navçeyên van bajaran hatin wezîfedarkirin.
14 kes hatin dersînorkirin
Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê û parlamentera Êlihê Feleknas Uca der barê xebatên birêve birine de agahî dan û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. Feleknas anî ziman ku ji endamên heyetê 14 kes hatin dersînorkirin. Feleknas got heyet ji bo piştevaniya bi Gelê Kurd re hatine bajarên wan.