3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derbkirin û birin dadgehê

  • 10:25 30 Adar 2019
  • Rojane
EDÎRNE - Hat hînbûn ku 3 girtiyên di Girtîgeha Edirneyê de red kirine ku biçin dadgehê lê ew hatine derbkirin û bi zorê birine dadgehê. 
 
3 girtiyên bi navê Kemal Argış, Yahya Ozmen û Vezir Îbosovic ên ku li Girtîgeha Girtî ya Edirneyê girtînê û ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne nexwestin biçin dadgehê. Lê 3 girtiyên ku nexwestin biçin dadgehê berê hatin derbkirin û bi zorê birin dadgehê. Ji ber çalakiyek ku li Girtîgeha Edirneyê hat kirin doz li Dadgeha Ceza ya li Asliyeya Edirneyê di derbarê Kemal Argış, Yahya Ozmen û Vezir Îbosovic de hat vekirin. 
 
Hat hînbûn ku rewşa tenduristyê ya Kemal, Yahya û Vezir baş in.